Dayikên Şemiyê di hefteya 663'an de careke din edalet xwestin 2017-12-09 14:40:19   STENBOL - Dayikên Şemiye di çalakiya îro de aqûbeta Huseyîn Taykaya yê di 6'ê Kanûna 1993'an de hat binçavkirin û windakirin pirsîn.    Dayikên Şemiyê di hefteya 663'an de li Qada Galatasarayê kom bûn û dîsa aqûbeta windayan pirsîn. Dayikan di çalakiyê de pankarta "faîl diyar in winda li ku ne" vekirin û qurnefilên sor û çarikên sipî danîn ser pankartê. Xizmên windayan wêneyê xizmên xwe yên winda xistin hembêza xwe û aqûbeta wan pirsîn. Dayika vê hefteyê aqûbeta Huseyîn Taşkara yê di 6'e Kanûna 1993'an de li Sîweregê hat binçavkirin û windakirin pirsîn. Dayikan nameya Taşkara ya dema di sala 1985'an de li girtîgehê nivîsandibû jî danîn ser pankartê.    Xwişka Huseyîn Taykaya Serpil Taşkaya  anî ziman ku wekî wê gelek mirov di nava êş û janan de dijîn û wiha got: "Piştî min êşa kesên din dît min êşa xwe ji bîr kir. Me êşên xwe parve kirin. Ji bo îşkencekar û qatil bên darizandin em li vir in. Me xwest kevirekî gorê zarokên me hebin. Divê dewlet ji dayîna vî hesabî netirse. Heta ku dewlet hesabê paşerojê nede lêborîna xwe nede tu carî pêşeroj aram û azad nabe."