Duyemîn Konferansa Rewşenbîrên Kantona Kobanê dest pê kir 2017-12-09 13:38:28   KOBANÊ - Di bin dirûşma: "Hişmendiya rewşenbîrên azad mîsogeriya netewa demokratîk e" Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Kobanê  dest bi duyemîn konferansa xwe kir.   Li navenda Çand û Hûnerê ya Baqî  Xido li Kantona Kobanê Herêma Firatê duyemîn Konferansa Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê dest pê kir. 200 delege,  mêvanên ji Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka  Navend beşdarî konferansê bûn. Eywana konferansê bi wêneyên Abdullah Ocalan û bi yên berxwedêrên  rewşenbîr hat xemilandin.   Konferans bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê şêrîn Şêxo axivî, Şêrînê duyemîn Konferansa Rewşenbîaran li hemû kesan pîroz kir û wiha got:" Tevlî derfetên pir kêm me kar û xebatê serkeftî domand, ev konferansa me ya duyemîn e. Em dixwazin gavên mezin biavêjin û xebatên xwe berfireh bikin.”   Her wiha perspektîfên Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan ên li ser rewşenbîran, rol û erka wan di nava civakê de hat xwendin.   Niha jî konfrans bi xwendina rapora kar û xebatên salê dewam dike.