'Jin dibe xwedî biryareke azad' 2017-12-09 09:03:00   EFRÎN - Jinên herêma Efrînê derbarê hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya Bakurê Sûriyeyê de, nêrînên xwe anîn ziman.   Jinên Efrînê derbarê hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya Bakurê Suriyeyê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku encama hilbijartinê dê rê li azadî û demokrasiyê veke û dê bandorek erênî li ser azadî û jiyana jinê bike.    'Jin dê bi nêrînek azad li siberojê binêre'   Jina bi navê Xatûn Sultan diyar kir ku jin dê bi nêrînek azad li siberojê binêre û wiha got:" Serkeftina projeya Netewa Demokratîk yekbûna gelan îsbat dike. Jinan di van hilbijartinan de cihê xwe bi awayekî demokratîk girtin. Bi vî awayî jinê bibin xwedî biryarek azad."    'Armanca hilbijartinan xizmeta gel û pêkanîna pêdiviyên civakê ye'   Xatûnê bal kişand ser hêvî û daxwazên civakê û wiha dewam kir:" Armanca van hilbijartinan ên sereke ew e ku gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi awayekî aram û jiyaneke komînal bijîn. Armanca hilbijartinan xizmeta gel û pêkanîna pêdiviyên civakê ye."   'Jiyanek hevpar û komînal çareserî ye'   Xatûnê wiha dawî li axaftina xwe anî:" Di her  qadên civakî de ji bo jin xwe pêş bixin û jiyaneke azad bijîn ev hilbijartin derfetên erênî ava dike. Di heman demê de ev hilbijartinan rê li jiyanek hevpar û komînal vedike. Ji ber ku jiyanek hevpar û komînal çareseriya pirsgirêkên civakê  ye, ev hilbijartinan girîng e."   Ji aliyekî din ve jî jina bi navê Ranye Hesen di destpêka axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ji bo tevahî gelên ku tevlî hilbijartinan bûn diyar kir û wiha got:" Jin ji bo di her qadên jiyanê de rola xwe bi awayekî serkeftî bilîze ev hilbijartinan gelek girîng û taybet e. Gerek bi dilekî hevpar em ji bo mafên xwe yên rewa û azadiya xwe  têbikoşin. Ji berjewendiyên şexsî dûr û di nav jiyaneke hevpar de divê em têbikoşin."   Her wiha jina bi navê Şîraz Elî destnîşan kir ku hilbijartinên ku pêk hatiye dê rêya azadî û aştiyê li gel veke û wiha got:"Bi hilbijartina rêveberiyên herêmî jî me xwe ji cîhanê tevahî re îsbat kir ku jin bi vîna xwe dikare her karî bike ji ber ku karê jinê ne tenê xwedîkirina zarokan e".   'Jin di hemû warên jiyanê de pêşengtiyê dike'   Her wiha jina bi navê Leyle Henen jî serketina lîsteya netewa demokratîk pîroz kir û wiha got:" Ji bo çareserkirina pirskirêkên civakê ya bi awayekî demokratîk ev hilbijartinan pêwist bû. Ji bo pêşketina jinê jî ev yek girîng e. Ji ber jinan di hemû warên jiyanê de pêşengtî kiriye, ew dikarin rêya siberojeke azad ji bo civakê ava bikin."