Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir 2017-12-08 12:06:47   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên PKK'yî yên li Îmraliyê ji bo hevditinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Ji malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan birayê wî Mehmet Ocalan û xwişka wî  Fatma Ocalan, ji bo li Girtîgeha tîpa F a Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji malbatên girtiyên PKK'yî Hamîlî Yildirim birayê wî Polat Yildirim, ji malbata Omer Hayri Konar birayê wî Ali Konar û ji malbata Veysel Aktaş xwişka wî Sabiha Aslan bi riya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.