Li Kerkukê jinek hat qetilkirin 2017-12-08 10:49:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Tûmarê yê ku girêdayî bajarokê Şûwanê  yê Kerkukê ye jinek hat qetilkirin.   Li gundê Tûmarê yê bajarokê Şûwanê yê girêdayî Kerkukê ku ew jî girêdayî Başûr e (Başûrê Kurdistanê), jinek hat qetilkirin. Berpirsiyarê teşkîlata polîsan a bajarokê Şûwanê Şiwan Mecîd derbarê bûyerê de wiha got:" Li gor lêkolîna ku  li cihê bûyerê hatiye kirin, li pişt û li gelek cihên bedena jina ku hatiye qetilkirin şopa derban heye. Me nasnemya jina ku hatiye qetilkirin hîn diyar nekir. Cenazeyê wê rakirin morga nexweşxaneya Kerkukê."