'Lêxistina wesayitên zirxî polîtikaya qirkirinê ye' 2017-12-08 09:18:35   Zeynep Turgut   WAN - Heta niha bi lêxistina wesayitên zirxî 29 kesan jiyana xwe dest dan. Sûcdar bi tu awayî nayên cezakirin û kesên ku tên darizandin jî ser navê 'qezeya trafîkê' tên berdan. Parêzer Sevda Aydin derbarê lêxistina wesayitên zirxî nirxandin kir û got ku lêxistina wesayitên zirxî perçeyek ji politikaya qirkirinê ye û got ku ewlehîkar dibin kujer.   Li Tirkiyeyê OHAL hatiye îlankirin şûnde heta niha gelek kes bi lêxistina wesayitên zirxî yên polîsan jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî li Cizîrê zaroka 8 salî ya bi navê Ruken Cansiri di encama lêxistina wesayita polîsan bi giranî birîndar bûbû. Wesayitên ku mîna 'Ewlehiya gel' digirin  tên zanîn  heta niha bûne sedêmê mirina  29 kesan. Her wiha sucdarên ku bûne sedemê qezayê bi tu awayî nayên darizandin û derbarê bûyerê de aliyê dozgeriyan ve lêpirsîn nayê vekirin. Derbarê lêxistina wesayitên zirxî û nedarizandina sucdaran de  Parêzer Sevda Aydin nirxandin kir. Sevdayê diyar kir ku bi lêxistina wesayitên zirxî ne qezaya trafîkê(Trafik kazası)  a ji rêzê ye û got ku bi taybetî li Kurdîstanê lêxistina wesayitên zirxî balkêş e.   'Kesên ku ewlehiya gel digirin jiyanê dixin talûkê yê'   Sevdayê bi lêv kir ku  kesên ku 'ewlehiya gel digirin' dibin sedemê mirinan û got ku lêxistina wesayitên zirxî ne ji rêzê ye û wiha berdewam kir;" Mixabin hêzên ewlehiyê bûyerên li dijî mirovahiyê pêk tînin lê bi tu awayî derbarê wan de ne lêpirsîn tê vekirin, ne jî bi awayekî edaletî tên darizandin. Gava ku mirov bi awayekî hiqûqî lêxistina wesayitên zirxî dinêre ev nayê qebûlkirin û pêwîst e bi cezayên herî mezin bên darizandin. Lêxistina wesayitên zirxî sûc e. Kesên ku ewlehiya gel digirin jiyanê dixin talûkiyê. Ez bawer nakim ku lêxistina wesayitê zirxî qezayên trafîkê be. Balkêş e ku herî zêde li Kurdîstanê ev qezana pêk tên. Di dema  pêvajoya mûzakereyê de jî wesayitên zirxî bûne sedemên gelek mirinan. Ev yek li hemberî gelê kurd qirkirin e. Ji bo sûcdaran ne ceza tê xwestin ne jî lêpirsîn tê vekirin. Dibin kujerên gel lê nayên cezakirin. Ev nayê qebûlkirin. Cudahiya wan û kujerekî tuneye.    'Kolanên ku ewqas teng çima wesayitên zirxî dikevên?'   Sevdayê anî ziman ku   lêxistina wesayetên zirxî  perçeyeke polîtikaya dewletê  ye û wiha pê de çû:" Li hemberî lêxistina wesayitên zirxî dozgerî pir qels dimîne. Her mehê carekî bi encama lêxistina wesayitên zirxî kesek an giran birîndar dibe yan jî jiyana xwe ji dest dide. Ev tê wateya cezakirina kurdbûyinê. Ev politikayeke dewletê ye. Piştî ku wesayet rakirina birîndaran a nexweşxaneyê jî asteng dike. Ev jî nîşanî me dide ku bi zanebûn ev qeza pêk tên. Ji ber wê yekê jî pêwîst e kesên ku dibin sedema jiyana gel bi cezaya herî giran bên darizandin. Derûniya polîsên ajokar baş e û kîjan astê de baş e. Pêwîst e ev bê zanîn . Kolanên ku ewqas teng çima wesayitên zirxî dikevên. Her wiha tax û herêmên ku herî zêde zarok lîstîkan dilîzin çima wesayitên zirxî dikevên. Ez vê helwestê bi hinek tiştên cuda girê didim. Pêdivî pê heye ku bê kontrolkirin. Divê sûcdar bi edelet bên darizandin û derbarê wan de cezayên herî bilind bên xwestin."