Parêzerên Abdullah Ocalan cara 711'emîn serî li dozgeriyê dan 2017-12-07 13:43:46   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 711'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Yurekli, Newroz Uysal û Mazlum Dînç  ji bo sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an vir ve, bû 711 car ku parêzer daxwaza serlêdana hevdîtinê dikin.   Heta niha serlêdanên parêzeran 710 caran bi hincetên "Muxalefeta hewayê", "Koster xerabe ye", "Keştî di tamîrê de ye" û "Rewşa Awarte" hatin astengkirin.