Jinan ji bo daneşîna doza Fîgen Yuksekdag bang kir 2017-12-05 13:10:22   WAN - Jin ku ji bo daneşîna doza Hevseroka Berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku wê di 6'ê kanûnê de li Enqereyê bê dîtin bang kirin wiha gotin: "Fîgen Yuksekdag îradeya me ye.  Divê em di 6'ê kanûnê de ji hemû kesîre nîşan bidin ku em li gel îradeya xwe ne."   Hevseroka Berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlmanetera Wanê Fîgen Yuksekdag di 4'ê Mijdara 2016'an de hatibû binçavkirin û hatibû girtin. Fîgen a ku berê tenê di 4'ê Tîrmeha 2017'an de derket pêşberî dozger di daneşînê xwe yên piştî wê de tevlibûna bi rêya SEGBÎS'ê red kir. Fîgen a ku wekî îradeya jinên Wanê çû meclisê, jinên siyasetmedar ên Wanê  beriya daneşîna doza Fîgehnê ku wê sibe bê dîtin bang kirin.   Hevseroka Artemêta Wanê Rojbîn Çetîn diyar kir ku Fîgenê ji bo berxwedana radîkal a jinan rêveberî kiriye û wiha berdewam kir:"AKP'ê bi girtina Fîgenê re aşkera kir ku çiqas ji jinên bi îrade û bi hêz ditirse. Piştî ku Fîgen hat girtin demildest parlamenteriya wê hat xistin. Fîgenê tu carî serî netewand. Ji ber vê divê ku hemû jin di daneşîna doza fîgenê ku wê sibe bê dîtin de cihê xwe bigirin."   'Fîgenê her li gel berxwedana jinan cihê xwe girt'   Endama Meclisa Şaredariya Tuşbayê  Serap Guvenç jî wiah got: "Zîhniyeta ku Fîgenê girt girtîgehê peyemê dide me . Şîdeta ku li Fîgenê tê kirin di kesayeta wê de li ser hemû jinan tê kirin. Dixwazin mafê wê yê isyastmedariyê ji destê wê bigirin .Divê ku em Fîgenê di 6'ê kanûnê de bi tenê nehêlin."   'Fîgen îradeya hemû jinan e'   Delegeya KCD'ê ya Wanê Ayfer Gelîbolû jî diyar kir ku dewlet dixwaze berxwedana jinan a rêxistinkirî têk bibe û ji bo vê divê ku hemû jin tevli daneşîna doza Fîgenê ya ku wê di 6'ê mehê de li Enqeryê bê dîtin bibin. Ayfer di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Fîgen tenê ne ji bo xwe ji bo hem» jinan parastin kir."   Neslîhan Şedal jî got ku Fîgen Yuksekdag îradeya hemû jinên Serhedê ye û ev tişt got: "Xistina parlamenteriya fîgenê darbeya li dijî temsîliyeta wekhev bû.  Fîgen Yuksekdag îradeya me ye û em ê di 6'ê kanûnê de jî vê nîşanî her kesî bdiin."