‘Li girtîgehan krîz heye lê çareserî tune’ 2017-12-05 09:07:49   Evrîm Kepenek   STENBOL - Ji CÎSST’ê Berîvan Korkut diyar kir ku hejmara girtiyên nexweş ên li girtîgehan gelek zêde ye û diyar kir ku li girtîgehan krîz heye lê çareserî tuneye.   Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê û OHAL’ê şûnde hejmara girtiyan her diçe zêde dibe. Her wiha hejmara girtiyên nexweş jî zêde ye. Li gorî Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a TBMM’ê ji gulana 2017’an heta niha 221 hezar û 607 kes di girtîgehan dene. Niha 76 girtîgeh di asta înşatê de ne. 113 girtîgeh jî di asta projeyê de ne.   Li gor raporên Komeleya Mafê Mirovan  jî 400 girtiyên nexweş hene û rewşa wan her diçe xera dibe.   ‘Hejmar zêdetir e'   Ji Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Înfaza Cezayê (CÎSST) Berîvan Korkut  destnîşan kir ku hejmara girtiyên nexweş tam nayê zanîn û got li gor raporên ÎHD’ê ku tenê girtiyên siyasî dihundirîne, hejmara girtiyên nexweş zêdetir e.   Berîvanê got di çarçoveya qanûna girtina agahiyan de serî li wezareta dadê dane lê bersiv negirtine û got piştî OHAL’ê zêdebûna hejmara girtiyan jî şert û mercên tenduristiyê hatiye asta krîzê.   Berîvanê bi lêv kir ku ji girtiyan nameyên ku derbarê heman pirsgirêkên tên jiyîn de digirin û wiha pê de çû: “ Nexweşên divê dermanan bi rêk û pêk bigirin hene. Lê ji ber nikarin biçin doktor dermanan nikarin bidin nivîsandin. Ji ber hejmara girtiyan zêde dibe, doktor jî ji bo nexweşan nikarin bibin bersiv û pirsgirêk tên jiyîn. Doktor çiqas baş be jî  hejmara nexweşên ku lê binêre diyar e. Hejmara girtiyan zêde dibe. Lê ne hejmara rîngan û ne jî ya doktoran zêde dibe. Ev pirsgirêk her diçin zêde dibin. Li girtîgehan krîz heye lê çareserî tune.   Bêrîvanê diyar kir ku li Tirkiyeyê girtîgehên herî zêde pirsgirêk lê tên jiyîn girtîgehên Bolu, îzmîr, Tarsûs û Tekîrdagê ne.