Hesta piştevaniyê li kûlilkan nexş kir 2017-12-05 09:04:42   AMED - Aydan Çelîk a li Edeneyê dijî, ji bo zarokên Sûr û Cizîrê kûlikên rengîn çê kir. Aydanê ji bo zarokan jî nîşeyek biçûk nivîsî û got: “Bila biriqîna çavên we tu caran wenda nebe…”   Piştî rêveberiyên xweser ên li bajarên Kurdistanê hat îlankirin şûnde hilweşîn û komkujiyan dest pê kiribû. Li herêmên qedexe hatine îlankirin, hilweşîn û rantê dest pê kir û hat talankirin. Piştî êrîş û hilweşînan gelek malbat neçar man ku koç bikin. Malbatên koç nekirin jî neçar man di malên xwe yên xerabe de bimînin. Yên herî zêde bi bandor dibin jî zarokên wan in.    Aydan Çelîk a li Edeneyê dijî zarokên Kurdistanê yên li dijî şert û mercên zivistanê têdikoşin ji bîr nekir. Aydanê kûlikên rengîn çê kir û ji bo zarokên Sûr û Cizîrê şand.   ‘Ji bo zarok necemidin…’   Aydan Çelîk a li Edeneyê dijî koliyek kûlikên rengîn ji zarokên Sûr û Cizîrê re şand û wiha got: " Ez gelek fikirîm ku çi bikim. Min biryarek wisa da. Ji bo ew necemidin min biryarek wisa girt."   Aydanê di nîşeya xwe de jî wiha gotibû: “ Bila di rojên xweş de bikar bînin. Ez wan maç dikim. Bila biriqîna çavên wan tu car wenda nebe.”