Li dijî mêrê îstîsmara zayendî pêk aniye bi tena serê xwe têdikoşe! 2017-12-05 09:01:59   Safiye Alagaş   AMED - K. ku li dozgeriyê serlêdana sûc kir, li dijî sûcê îstîsmarê ya bavê xwe bi tena serê xwe têdikoşe. K. ku tu kes ji malbatê piştgiriyê nadê, fikara wê ya herî mezin ev e ku bavê wê û xwişka wê ya 17 salî hîna li heman malê bi hev re dijîn.   Li Liceyê ya Amedê derket holê ku mêrê bi navê M. li dijî 4 keçên xwe îstîsmara zayendî ya sîstematîk  pêk aniye. K. ya 20 salî serî li Serdozgeriya Komarê ya Liceyê dabû û piştî vê li stargehê hatibû bicihkirin. K. îstîsmara zayendî ya li wê û xwişkên wê  hatiye kirin vegot û got bi salan berê xwişka wê jî gilî kiriye lê tu tiştek nehatiye kirin.   ‘Îfade guhertin’   K. bi lêv kir ku bi salan rastî îstîsmara zayendî ya bavê xwe hatine û wiha pê de çû: “ Xwişka min a mezin 15 sal berê gilî kir.  Dayika min çû dozgeriyê û got ji xwe keça xwe nedane hezkiriyê wê çûye wisa gilî kiriye. Îfadeya xwişka min jî bi zorê dan guhertin. Dema wisa bû bavê min berat kir.”   ‘Ez ji bo xwişka xwe ditirsim’   K. da xuyakirin ku piştre xwişka wê ya din ji mêrê bi navê M. gilî kiriye lê di encama tehdîdên dê û birayê wan de îfade şûnde kişandiye û wiha pê de çû: “ Ez hatim 7-8 saliya xwe vê carê ez îstîsmar kirim. Heta ez mezin bûm hîna min fêm kir ku ev îstîsmar e.   Xwişka min a 17 salî jî ji aliyê M. ve rastî îstîsmarê tê. Dema îstîsmar dikir, ez dibûm şahid. Min hewl dida ez pêşî lê bigirim. Ez herî zêde ji bo xwişka xwe ditirsim. Dema min got ez gilî dikim ne dayik ne jî birayê min piştgirî nedan min.”   'Berpirs nehat girtin'   Tevlî hemû hewldanên K. mêrê îstîsmarkar nehat girtin. Malbata ku bi salan berê piştgirî neda xwişkên wê neda K. jî. Derbarê mêrê bi navê M. de ji ber delîl kêm bûn biryara girtinê nehat derxistin.    Lêpirsîna serdozgeriya Komarê ya Liceyê daye destpêkirin hîna didome û tê payîn ku di demek kurt de wê îdianame bê amadekirin.