Mêrê ku Nevşînê bi tacîzê rû bi rû hişt rêveberê AKP'ê yê berê derket 2017-12-04 11:07:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku kesê bi navê Kerep Kahramantekîn yê ku rojnameger Nevşîn Mengu li ser medyaya civakî tacîz kir demekê rêvebirtiya AKP'ê ya navenda navçeyê ya Çorûmê kiriye.    Rojnameger Nevşîn Mengu kesê ku ew li ser medyaya civakî tacîz dikir, wêneyê wî parve kir û ew îfşa kir. Nevşînê di parvekirina xwe de wiha gotibû:" Malbata vî kesê ku min ne rehet dike heye? Her dem min ne rehet dike. Ev kes xizmê kê be ew kes dikare li wî xwedî derkeve?" Hat eşkerekirin ku ew kes Kerep Kahramantekin e û demekê rêvebirtiya AKP'ê ya navenda navçeyê ya Çorûmê kiriye.   Di heman demê de Kerep Kahramtekin di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 30'ê Adara 2014'an de berendamê Endamê Meclîsa Şaredariyê û yê giştî ya AKP'ê bû.