Jinek din jî ji destên DAÎŞ ê' hat rizgarkirin 2017-12-04 10:35:53   Ehlam Hecî /Viyan Hisên    ŞENGAL - Di 3' ê Tebaxa 2014'an de keç, dayik û xortên Êzidî ji aliye DAÎŞ'ê ve dîl hatin girtin û îşkenceyên hovane li wan hat kirin. Di pêngava Bahoza Cizîrê de ji aliyê hêzên QSD'ê ve jinek û 2' xortên Êzidî ji destên çeteyên DAÎŞ'ê  hatin rizgarkirin û radestî malbatên wan hat kirin.   Di 3'ê Tebaxa 2014'an de DAÎŞ ket Şengalê û bi hezaran jinên Êzidî dîl girt. Hinek jin li bazaran firotin, hinek jin wek kole hat bikaranîn. Lê bi destpêkirina pêngava Bahoza Cizîrê gelek jin û zarok ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin. Tevlî pêngava Bahoza Cizîrê jinek û 2 xortên Êzidî hat rizgarkirin. Kerîma Berkat, Azad Elî, Wisam Salih hat rizgarkirin.      Sarokê Meclisa Xanesorê Qasim Xelef derbarê mijarê de diyar kir ku li dijî êrîşa DAÎŞ'ê em bejna xwe natewînin û rêxistina xwe bi hêztir dikin.    Her wiha dayika Wîsam Salih ê ku ji destên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin, Emîne Salih axivî û wiha got "Ez pir kêfxweş im ku îro kurê min hatiya rizgarkirin. Lê hîn hevser û 2 zarokên min di destên DAÎŞ'ê de ne, em dibêjin destê şarvenên azadiyê saxbe û heta em sax bin em qenciya hêzên QSD'ê ji bîr nakin."   Her wiha birayê Kerîma Berekat, Xêro Berekat axivî û wiha got "Em sipasiya hêzên QSD'ê û şervanên azadiyê dikin ku îro xwişka min rizgar kirin. Em bi hêvî ne ku dayik û xortên me yên di destên DAÎŞ'ê de ne bên rizgarkirin.