Li dijî afîşên KADEM’ê yên zayendperest bertek hat nîşandan 2017-12-04 09:34:14   Dîlan Babat   WAN - Kademê di afîşên xwe de peyama ‘hûn xurtin lê şîdetê pêk neynin’ dan mêran û aktîvîstên jinan bertek nîşanî afîşên KADEM’ê da. Jinan diyar kir ku afîş mêran xwedî hêz û jinan jî qels nîşan dide û gotin: “ Mixabin a ku ev kiriye komeleyek jina ye.”   Ji aktîvîstên jin li dijî bîllboardên zayendperest yên KADEM’ê bertek hat nîşandan û wiha gotin: “ Mezinkirina mêran û xurtkirina mêran tê bibîrxistin. Bi awayekî veşarî peyama  mêr dikare li jinê bixe dide. Ev heqereteke li jinan tê kirin. Ya tê pelçiqandin, ya biçûk tê xistin dîsa jin e. Mixabin a ku ev kiriye komeleyek jinê ye. Divê ev demildest bê rakirin.”   ‘Zîhniyeta KADEM’ê ev e’   Ji rêveberiya Kooperatîfa Jinê a XWESOR’ê Handan Karakoyun diyar kir ku alavên koperatîfa ji aliyê şaredariya Payîzava hatiye vekirin ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin û dane KADEM’ê. Handanê diyar kri ku koperatîfa ku hilberînên keda destê jinê tê de dihat raxistin de ji bo îstîhdama jinê gelek girîng bûye lê ji aliyê qeyûm ve hatiye girtin. Handanê wiha got: “ Saziya KADEM’ê hilberîna zîhniyeta serdest ya mêr e. Afîşên bi terza ‘jin eciz in û bêyî mêr nikare tiştek bê kirin’ çê kirine.  Alternatîfa saziyên jinan ên hatine girtin,  zîhniyeta wê wisa ye mixabin.   ‘Şîdetê ji însiyatîfa mêr re dihêlin’   Aktîvîsta VAKAD’ê ya bi KHK’ê hat girtin, Songul Ozunver jî got afîş peyama ‘binêrin mêr çiqas xurt in’ dide û got bi van afîşan wê mêr xwe xurtir hîs bikin û wiha pê de çû: “ Ev afîş çiqas bi armanca pêşîgirtina şîdetê hatibin çêkirin jî di esasê de şîdetê dihundirîne. Mêran mezintir dikin. Peyama ‘mêr dikarin li jinan bixin’ bi veşartî didin. Li dijî jinan heqeretek e. Mixabin a ku vêya dike saziyek jina ye. Divê ev bîllboard demildest bên rakirin.”