'Astengdar dikarin bi vîna xwe ji bo xwe jiyanekê biafrînin' 2017-12-03 16:32:08   EFRÎN - Bi minasebeta Roja Astengdaran a Cîhanê, Desteya  Karûbarên Civakî bi Desteya Ciwanên Werzîşê re şahiyek li herêma Efrînê li dar xist.   Bi minasebata Roja Astengdaran a Cîhanê bi armanca bilindkirina moralê kesên astengdar bi dirûşma 'Bi vîna xwe em ê ji bo xwe jiyanê biafrînin', Desteya  Karûbarên Civakî bi Desteya Ciwanên Werzîşê re li qada Yekitiya Ciwanan a Werzîşê ya herêma Efrînê şahiyek li dar xistin. Şahî bi tevlibûna  endamên Yektiya Ciwanên Werzîşê, Endamên Saziya Karûbarên Civakî ,Heyva Sor a kurd, Endamên Komeleya Nopel, Endamên Komeleya Melek a astengdaran hat lidarxistin.   Şahî bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo berxwedêrên azadiyê hat destpêkirin, piştre hevseroka Desteya Karûbarên Civakî Erîfe Bekir bi xêrhatina beşdervanan kir û wiha got:"her kes dikare bi vîn û îradeya xwe jiyanek nû ji bo xwe biafrîne."   Piştre paste ji aliyê astengdaran ve paste hat jêkirin. Paşê pêşbirkên cur bi cur ji aliyê astengdaran û bi alîkariya endmên yektiya ciwanan hat pêşkêşkirin. Paşê Hunermendê kurd Hikmet Cemîl  bi stranên xwe şahî geş kir.     Şahiya hat lidarixistin bi gerandina govendê bi dawî bû.