Kedkarên çapemeniya azad: Emê qeydkirina sûcan berdewam bikin 2017-12-03 15:58:39   STENBOL - Rojnamegerên ku li dijî bombekirina Rojanameya Ozgur Ulke merasîma bîranînê li dar xistin, bi bîr xistin ku wê çapemeniya azad berxwedana xwe bidomîne û ji rastiyan tu caran tawîzê nede. Rojnamegeran diyar kirin ku ew ê qeydkirina sûcan berdewam bikin.   Avahiya Rojnameya Ozgur Ulke ya Teknîkê, buroya wê ya navendî ya li Cagalogluyê û buroya wê ya li Enqereyê di 13'ê Kanûna 1994'an de berî niha bi 23 salan hatibû bombekirin. Di salvegera 23'emîn a bombekirina rojnameyê de li ber avahiya teknîkê ya berê ya rojnameyê merasîma bîranînê hat lidarixistin. Rojnamegerên ku li ber avahiyê hatin gel hev pankarta bi nivîsa "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" vekirin û Ersîn Yildiz ê ku di êrîşa li dijî rojnameyê de berî bi 23 salan jiyana xwe ji dest da bi bîr anîn.   Êrîş bi biryara MGK'ê hat kirin'    Xebatkara Ozgulukçu Demokrasiyê Reyhan Hacioglu daxuyanî xwend û bi bîr xist ku bersûcên berî niha bi 23 salan li dijî rojnameyê êrîş pêkanîn nehatin darizandin û pêvajoyeke hiqûqî ya rasteqîn nehat destpêkriin. Reyhan anî ziman ku Rojnameya Ozgur Ulke bi biryara MGK'ê hat bêdengkirin û wiha berdewam kir: "Rojnameya Ozgur Ulkeyê belgeya bi îmzeya Serokwezîra demê Tansu Çîller ku biryara veşartinê li ser hebû pitî ku hat bombekirin bi du hefteyan di rûpelê xwe de weşand. Lê mekanîzmaya darazê ev nedît. Her çend ku Tirkiye ji aliyê DMME'yê ve hatibe cezakriin jî îro jî êrîşên dewleta tirk ên li ser çapemeniya zad berdewam dikin."   Reyhan di berdewamiya axafitna xwe de got ku rojnameya Ozgur Ulkeyê di weşana xwe de cih daye binpêkirina mafan, kuştinên bêdaraz, valakirina gundan, îtîfakên qirêj ên li herêmê û deşîfrekirine. Reyhan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: " Em di kesayeta heval Ersîn Yildiz de hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînin û em ê li ser rêya wan berxwedana xwe berdewam bikin."   'Me dît ku vî agirî hin aliyên din jî şewitandin'   Nivîskar û Rojnameger Huseyîn Aykol ku ji wê demê re şahidî kiriye jî wiha got: "Dema ku min wê rojê ew avahî dît min got dibe ku hemû tişt qediya be.  Berê nîvro telefona Rojanemeya Hedefê ku ez lê dixebitîm lê da.  Kesa digeriya Gultan Kişanak bû .Got ' rojnameyê em derdixin were vêderê'. Roja duyem rojname bi manşeta 'Wê ev agir wejî bişewitîne derket'. Manşetek rast bû. Piştre me dît ku ev agir hin aliyên din jî dişewitîne."   Piştî daxuyaniyê ji aliyê rojnamegeran ve li ber avahiya hat bombekirin qurnefîl hatin danîn.