Menfîye Saka ya ku traktorê bê lê kir: Wê li polîsan gilî bike 2017-12-03 12:15:35   ŞIRNEX - Li Hezexê jina bi navê Menîfe Saka ya ku traktora aîdê fîrmaya kabloyên ceryanê radixist lê qelibî, diyar kir ku piştî bûyerê polîsên hatin cihê bûyerê lawê wê bi derbkirinê binçav kirine û got  ku wê li polîsan gilî bikin.   Duh li Hezexa Şirnexê traktora aîdê fîrmaya ku kabloyên ceryanê radixist pê li dû jian kir. Ji jinên ku piştî traktorê pê li wan kirin û rakirin nexweşxaneyê Hazîne Acur (68) jiyana xwe ji dest da û Menîfa Saka (67) jî girtibûn bin lênêrtinê. Menîfe ya ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê hat tabûrcîkirin bûyer vegot.  Manîfeya ku di encama pêlêkirina traktorê de piyê wê şikest, diyar kir ku ew bi Hazîne Acur re diçûn goristanê û li vegerê traktorê pê li wan kiriye.   'Dema di binê traktorê de bûm dengê çekan dihat'   Menîfe wiha bahsa bûyerê kir: "Lawê min jiyana xwe ji dest dabû. Ez bi xesiya lawê xwe Hazîne re çûm goristanê. Dema ku em vegeriyan li kuçeya mala me êşkê piyê min girt. Hemû tişt bi carekê re bû. Dema ku min li paş xwe nêrt min Hazîne di nava xwînê de dît. Di hembêza min de neviyê min ê yeksalî hebû. Min neviyê xwe danî. Ajivanê traktorê şoke bibû. Piştre lawê min û xizmên me ji bo ku me rizgar bikin ber bi me ve hatin. Di vê navberê de polîsên ku xebatên raxistina kabloyan dişopandin  dest bi gulebarana ber bi hewa ve kirin. Her kes diqîriya û ji aliyekî ve jî dengê çekan dihat."   Menîfe diyar kir ku polîsan bi derbkirinê lawê wê binçav kirin û got ku wê tu wate nedaye tişta hatiye jiyîn. Menîfe di dawiya axafitna xwe de diyar kir ku ew ê li polîsên bi derpkirinê lawê wê binçav kirine gilî bikin.