Jinên Kooperetîfa Înana,dest bi çandina genim kirin 2017-12-03 11:20:31   Ferîde Zede-Orîvan Mustefa   EFRÎN-Li kantona Efrînê jinên Kooperetîfa Înana ya çandinîyê,dest bi çandina genim kirin.   Jinên Kooperatîfa Înana ya ku ji aliyê Kongreya Star ve hatiye avakirin li ser du hektar erdên nêzî herêma Recoyê, 800 kîlo tovê genim çandin. Ji bo projeya çandiniya genim 4 endamên Kooperatîfa Înana hatin peywirdarkirin.   Di çarçoveya çandiniya koopedatîfê ku hat kirin de endama kooperatîfê Denyal Kîlkawî ji ajansa me re axivî. Denyel diyar kir ku ji destpêka avakirina Kooperetîfa Înana û heta niha ev cara yekemîne ku koopratîfa wan di projeya çandiniya genim de cih digire.   Denyal derbarê pirojeya xwe ya çandiniya genim de wiha got:"Piştî ku tovê genim bi riya makîneya çandiniyê hat çandin ji bo ku hilberîneke baş ji vê çandiniyê bê kirin wê di demsala biharê de jî bê dermankirin."   Denyal destnîşan kir ku piştî genimê bê çinîn wê  li bazaran were firotan û hatiniya ku ji vê firotinê bê bidestxistin jî wê ji sedî 50  bi awayekî wekhev li jinan bê belavkirin ya mayî jî wê ji kooperatîfê re bimîne ye."   Her wiha Denyal  bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê jî û wiha dawî li axafitna xwe anî: :"Ev bû zêdetirî salekê ku  dewleta tirk hewildide bi êrîşên xwe dest biavêje xaka Efrînê. Lê belê Gelê Kurd wê heta dawiyê li  berxwe bide û li hemberî van êrîşan bisekine. Mînaka herî berbiçav jî ewe ku gelê Efrînê li gel hemû êrîşan jî jiyana xwe berdewam dike û ji çandininiyê bigire bi her awayî li ser kar û barê xwe ye. Têkiliya gelê kurd a bi axê re xurt e û kesek nikare me ji vê dûr bixe."