Ji YAKA-KOOP’ê ji bo doza îstîsmara zayendî bang 2017-12-03 09:22:03   Dîlan Babat   WAN-Li gundê girêdayî Ebaxa Wanê zaroka 7 salî ya bi birayê xwe re çibû pincar kom dikir, rastî îstîsmara zayendî ya mêrê bi navê Emrah Toprak hatibû. Emrah yê girtî tê darizandin sêyemîn runiştina wê bê kirin. Gulmay Gumuşhanê ji bo tevlîbûna runiştinê bang kir û got: “Ji bo sûcdar cezayê herî giran bigire em ê têbikoşin. Em ê ti car desturê nedin jiyana zarokan biqedînin.”   Li gundekî girêdayî Ebaxa Wanê di 4’ê Gulanê de zarokek 7 salî ku bi birayê xwe re çibû pincar kom dikir, rastî îstîsmara zayendî ya Emrah Toprak yê 23 salî hatibû.  Zarok ji aliyê gundiyan ve hatibû dîtin û ji ber xwîn zêde ji zarokê çibû biribûn beşa giran a nexweşxanê.  Emrah jî hatibû binçavkirin û sûcê xwe îtîraf kiribû.  Emrah şandin Girtîgeha Tîpa A ya Erdîşê.  Ji ber rewşa aborî ya malbatê tinebû zarok tam nehatibû dermankirin û saziyên jinan piştgirî dabûn.  Zarok ji ber travmaya jiya hîna piştgiriya psîkolojîk digire û li gorî agahiyên ji Koperatîfa Ragîhangin û Çanda Derdorê ya Jinan a Jiyanê (YAKA-KOP) malbata Z.D. ji malbata Emrah Toprak pere girtiye û wê zarokê bi Emrah re bizewiînin.  Aktîvîsta YAKA-KOOP’ê Gulmay Gumuşhane got tevî hemû mudaxaleyan wê dozê bişopînin.   Gulmay Gumuşhanê anî ziman ku ji destpêka bûyerê heta niha dozê dişopîne û got: “Em bi malbatê re di piştevaniyê de bûn. Malbata Z.K bertek nîşanê li hevkirina malbata Emrah Toprak da. Piştî me ji çapemeniyê bûyer bihist em tevlî dozê bûn. Rewşa aborî ya malbatê gelek xerab bû. Di 5’ê Qanûnê de rûniştina sêyem tê dîtin. Ji ber îstîsmarê psîkolojiya hemû zarokên malbatê xera bûye. Sûcdar ceza bigire jî emê pêşa dozê bernedin. Emê heta dawî şopdarê dozê bin.   Gulmayê bi lêv kir ku di bin navê navbeynkariyê de hewl didin serê bûyerê bigirin û got: “Li gorî agahiyên me girtine,  apê Z.K bi pereyan dest ji dozê berdide û li bendê dimînin ku zarok mezin bibe û bi tecawizkarê wê re bê zewicandinê. Em vê qebûl nakin. Z.K hîna nû xwe daye hev.  Psîkolojiya wê hîna nû sererast bûye.Emê desturê nedin qedandina jiyana xwê.”   Doz di 5’ê Qanûnê de li Dadgeha Cezaya Giran a Erdîşê tê dîtin.