Têkoşîna Besîleyê: Ewil ji bo cenazê niha ji bo kevirê gorê 2017-12-03 09:10:32   AMED-Besîle Narîn diyar kir ku li ser kevirê gora kurê wê yê li Rojava jiyana xwe ji dest daye, yê li Goristana Yenîkoy Asrî, kevirekî nû hatiye zêde kirin û got: “Ev tiştên hatine kirin nayên qebûlkirin. Divê ev gor di demek nû de veguhere rewşa berê.”   Kurê Besîle Narîn, Alî Narîn (Dilşad Amed) di 2013’an de li Rojava di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. Besîmeyê 10 mehan ji bo cenaze bigire têkoşîn meşand.  Di encama têkoînê de kurê xwe anî ser axa xwe defin kir. Lê vê carê jî li dijî êrîşên li ser goran têdikoşe.  Kevirê gora Alî Narîn yê li Goristana Yenîkoyê ya Asri, nehat şikandin lê kevirekî cuda danîn şûnê.  Besîleyê got ew vê ti car qebûl nakin.   Besîleyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ev êrîşên li dijî nirxên gel nayên qebûlkirin û got: “Min jî wek hemû malbatên şehîdan gora kurê xwe li gor dilê xwe çê kir.  Men av, paşnav, nasnav û helbestek biçûk nivîsî bû. wêneyek jî hebû. Kevirê gora kurê min nehatibû şaikandin. Kevirekî din anîbûn danîbûn şûnê. Em vê nefret û kînê fêm nakin.   Besîleyê destnîşan kir ku ti mafê wan tine ku vê êşê bi wan dîsa bidin jiyîn û li êşa wan êşê zêde bikin.