ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2017'AN 2017-12-03 09:00:05     *Li gundê girêdayî Ebaxa Wanê zaroka 7 salî ya bi birayê xwe re çibû pincar kom dikir, rastî îstîsmara zayendî ya mêrê bi navê Emrah Toprak hatibû. Emrah yê girtî tê darizandin sêyemîn runiştina wê bê kirin. Gulmay Gumuşhanê ji bo tevlîbûna runiştinê bang kir û got: “Ji bo sûcdar cezayê herî giran bigire em ê têbikoşin. Em ê ti car desturê nedin jiyana zarokan biqedînin.”   *Demîr a  ku bi 17 kesên di nav wan de de Sîsê Bîngol jî hebû ji girtîgeha Muşê surgunî Tarsusê hatibû kirin, ji ajansanê re nameyek şand û got tevî ku di dosyaya wê de delîlên şênber tine jî ji ber sekna wê ya li dadgehê ceza girtiye.   *Dadgeha di encama dozê îtîrazê de heyeta kesê dizane şand Sûrê, vê carê  ji bo Baxçeyên Hewsel û Geliyê Dîcleyê dişîne. DÎMEN HEYE   *Besîme Narîn diyar kir ku li ser kevirê gora kurê wê yê li Rojava jiyana xwe ji dest daye, yê li Goristana Yenîkoy Asrî, kevirekî nû hatiye zêde kirin û got: “Ev tiştên hatine kirin nayên qebûlkirin. Divê ev gor di demek nû de veguhere rewşa berê.” DÎMEN HEYE   *Dara Çinarê ya li kontarên Keleha Wanê cih digire ji kaşilê wê bigire heta belgê wê şifayê belav dike.  Têkiliya navbera jinan û darê de çêbûye jî têkiliya jin û xwezayê derdixe holê. DÎMEN HEYE   *Aktîvîsta KJA’yê ku bi KHK’ê hat girtin Zeynep Altinkaynak  ji bo girtina wê îdianame hat amadekirin. Zeynebê naveroka îdianameyê û pêvajoya siyasî ya Tirkiyeyê nirxand.