Platforma Em Destûrê Nadin Yekrengiyê hat avakirin 2017-12-02 14:59:53   STENBOL - Platforma Em Destûrê Nadin Yekrengiyê bi daxwiyaniya ku dan xwe deklere kirin û wiha gotin:" Ferzkirina cilên yekreng a li ser girtiyan êrîşa ji bo şikandina îrade û baweriya girtîyan e. Platformê diyar kir û ew ê destûrê nedin cilên yekreng.    Platforma Em Destûrê Nadin Yekrengiyê ji bo balê bikişîne ser cilên yekreng li ber Lîseya Galatasarayê daxwiyanî da. Di daxwiyaniyê de panqarta Platforma Em Destûrê Nadin Yekrengiyê hat vekirin. Dovîzên 'Tecrîd dikuje, piştevanî zîndî dihêle', 'Bila zindan hilweşe, ji girtiyan re azadî' û 'Em cilên yekreng li xwe nakin' hat hilgirtin. Endama Platforma Em Destûrê Nadin Yekrengiyê Fatma Yildirim daxwiyanî da. Fatmayê diyar kir ku herî zêde girtîgeh di bin zextên bi OHAL'ê re balev bûye, maye.    'Girtî têdikoşin'   Fatmayê bal kişand ser sewq û binpêkirina mafan û wiha got:" Girtiyên nexweş li gel ku nexweş ketin jî ne gihaştin revîrê, ne gihaştin nexwşxaneyê ne jî îlacên wan hat dayin.     'Yekrengî ji bo şikandina îradeya girtiyan e'   Fatmayê anî ziman ku herî dawiyê 'Cilên yekreng' li binpêkirina mafan zêde bû û diyar kir ku ferzkirina cilên yekreng a li ser girtiyan ji bo şikandina îrade û baweriya girtiyan e. Fatmayê got ku loma gerek herkes di warê biryarê cilên yekreng de bi awayekî hestiyar nêz bibin.    Daxwiyanî bi dirûşma "Ji yekrengiyê re na" bi dawî bû.