Dayikên Şemiyê: Ji muwekîl heta parêzerê wan dîrokek tarî heye 2017-12-02 14:45:48   STENBOL - Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa yên 26 sal berê hatin windakirin û parêzerê wan Tahîr Elçî pirsîn. Dayikên Şemiyê gotin: "Dîroka tarî ji muwekîl dewrî wekîl hat kirin. Li ser navê mirovahî, edalet û wîjdanê ji bo em îtîraza xwe bilind bikin em li Galatasarayê ne."    Dayikên Şemiyê bi boneya li aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 662'yemîn de li hev kom bûn. Dayikên Şemiyê ji ber xebata rê li Qada Galatasarayê tê kirin vê hefteyê li ber Lîseya Galatasarayê hatin ba hev û çalakiya xwe li dar xistin. Parêzerên ji bo bîranîna Tahîr Elçî yê li Sûrê hatibû kuştin meş li dar xistin, Wekîlên HDP'ê Garo Paylan û Fîlîs Kerestecîoglu, hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî û gelek xizmên windayan û Dayikên Şemiyê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Kujer diyar in, winda li kû ne" vekirin û qurnefîlên sor û laçikên spî ku remza aştiyê ne danîn ser pankart û wêneyên windayan û Elçî hatin hildan.    Vê hefteyê li aqûbeta Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa yên 26 sal berê hatin windakirin û parêzerê wan Tahîr Elçî hat pirsîn.    'Em ê hesabê Tahîr Elçî jî bixwazin'    Xwişka Hayrettîn Eren ê di 21'ê mijdara 1980'an de hat windakirin Îkbal Eren diyar kir ku bi salane ew li aqûbeta windayan pirs dikin û niha jî ji bo Tahîr Elçî li Qada Galatasarayê ne û ew ê hesabê kuştina wî bipirsin.    'Em bi hêvî ne û wê edalet bê'   Kurê Agît Akîpa yê di 12'ê Kanûna 1991'an de hat windakirin Fehmî Akîpa jî axivî û diyar kir ku 26 sal in li edaletê digerin û got: " Di vê pêvajoyê de Tahîr Elçî li gel me bû. Qasidê aştiyê Tahîr Elçî dema li edaletê digeriya wî qetil kirin. Em li edaletê digeriyan lê gorên me hatin hilweşandin. Em ê lêgerîna edaletê bidomînin. Em bi hêvî ne dê edalet were."    'Em ê ji xweliya xwe biafirin'   Piştî Agît Akîpa, nameya malbata Îbrahîm Demîr ê di 11'ê kanûna 1991'an de hat windakirin ku ji navçeya Hezexa Şirnexê şandin hat xwendin. Di nameye de behsa pêvajoya doza Demîr hat kirin û wiha hat gotin: " Tahîr Elçî parêzerê doza bavê min bû. Hat qetilkirin. Em ê ji xweliya xwe biafirin û berxwedana xwe dewam bikin."    'Kujer dewlet e'   Keça Suleyman Demîr Denîz Demîr jî da zanîn ku 26 sal in li aqûbeta bavê xwe digere û got: " Qatilê bavê min dewlet e."     'Ji muwekîl heta wekîlê dozê dewr girt dîroka tarî'   Daxuyaniya vê hefteyê xwişka Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995'an de hat windakirin Masîde Ocak ve hat xwendin. Ocak wiha got: " 26 sal in dosyeya bêceza, kujer hatine parastin û parêzerê wê hatiye qetilkirin li pêşberî raya giştî ye.  Dîroka tarî ji muwekîl dewrî wekîl kirin. Li ser navê mirovahî, edalet û wîjdanê ji bo em îtîraza xwe bilind bikin em li Galatasarayê ne."    Masîdeyê destnîşan kir ku di ser kuştina Tahîr Elçî de 2 sal derbas bûn û heta niha hêj kujer nehatine dîtin û hemû sozên hatin dayîn bicih nehatine. Masîdeyê anî ziman ku Tahîr Elçî parêzerê Agît Apîka û Suleyman Demîr bû û parêzvanek mafê mirovan ku li pey aqûbeta windayan bû niha jî her hefte li aqûbeta wî tê pirsîn. Masîdeyê  bang li rayedarên dewlet û hikumetê kir û xwest kujerên hemû windayan û Tahîr Elçî derbixin holê û bên darizandin.