Rêwitiya nûçeyan a nûçegîhanên edliyeyê: Bariyer, ewlehî, korîdor… 2017-12-02 09:06:46   Evrîm Kepenek   STENBOL - Du rojnamegerên ku li Edliyeyê nûçegîhaniyê dikin, Fatma Yorur û Elîf Akgul… Xebatkarên çapemeniya alîgir bi rehetî dikevin korîdor ên salonên runiştinê lê Fatma Yorur û Elîf Akgul  bariyer û xebatkarên ewlehiyê derbas dikin û diçin hundir. Herdu rojnameger bi nasnameya xwe ya muxalîf û jintiyê hem li edliyeyê û hem jî li odeyên nûçeya têkoşîna hebûnê didin.   Nûçegîhanên jin ên muxalîf ku li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê peywirê dikin, kite kiteyên dozên herî girîng bi raya giştî re parve dikin. Rojnamegerên jin dema vê dikin rastî gelek zehmetiyan jî dikişînin. Rastî tacîza gotinî tên û dem bi dem jî wan nagirin salonên rûniştinê.    Rojnamegerek mutevazî   Fatma Yorur di malpera nûçeyan a Arti Gerçekê de dixebite. Ji sala 2013’an heta niha ji doza Hrant Dînk bigire heta gelek dozên girîng ên Tirkiyeyê ji aliyê Fatmayê ve hatiye şopandin. Fatma tevlî ku van dozên girîng dişopîne bi awayekî mutevazî dibêje ‘Ez di pîşeyê de nû me’ û got şahidiya lêgerîna edeletê kirin ji bo wê gelek girîng e. Fatmayê diyar dike ku ew bi taybet tercîh dike ku di doza Pinar Selek û Hrant Dînk de cih bigire.    ‘Guhdarkirina parastinan gelek tişt fêrî min kir’   Li Tirkiyeyê ji 150’yî zêdetir rojnameger di girtîgehê de ne. Fatma dozên rojnamegerên girtî jî dişopîne. Fatma diyar dike ku dema parastinên rojnamegeran guhdar dike gelek kelecanî dibe û gelek tişt hîn kiriye. Fatmayê bertek nîşanî girtina rojnamegeran da û got: “ Rojnamegerên girîng parastina xwe dikin. Guhdarkirina parastina wan gelek tiştî bi mirovan dide hînkirin.”   ‘Derbaskirina barîyeran zehmet e’   Fatmayê bal kişand ser newekheviya li ser wan û got: “ Odeya çepemeniyê ya li Edliyeyê hatiye veqetandin mirov dibêjin qey ji bo xebatkarên çapemeniya alîgir hatiye amadekirin. Ji ber em ne ji çapemeniya alîgir in cuda nêzî me dibin. Xebatkarên wan bi rehetî dikevin hundir û em jî bi derbaskirina barîyeran dikevin hundir. Em vê bêrêzdariya li dijî pîşeya me qebûl nakin. Piştî em bi vê rewşê dikevin hundir em hewl didin bi lez nûçeyan bigihînin navendê. Di vê nokteyê de piştevaniya hevpîşeyê dikeve dewrê. Ez dikarim zelal bêjim ku di navbera jinên rojnameger ên çapemeniya alîgir û muxalîf de piştevaniyek xurt heye. Ev jî pêngavek girîng e.”   ‘Em rastî newekeheviyan tên’   Elîf Akgul jî nûçegîhana edliyeyê ye û diyar dike ku ew bi taybet dozên rojnamegeriyê dişopîne û got: “Ji sal a 2011’an heta niha ez li Edliyeyan nûçeyan dişopînim û min şahidiya gelek bêedaletiyan kiriye.Ji ber em jin û rojnamegerên muxalîf in em rastî newekheviyan tên. Nûçeyên digihînin Ajansa Anadoluyê nagihînin me. Pêkanînên kêfî gelek zêdene.”