Jin bi hilbijartinan hêviya xwe xurt dikin 2017-12-01 23:45:27     KOBANÊ - Jinên Navçeya Şêranê û jinên Êzidî yên Efrînê derbarê hilbijartinên meclîsên herêmî de nêrînên xwe anîn ziman. Bi munesbeta hilbjartinên Meclîsên Herêmî yên Federesyona Demokratîk ya Bakurê Sûriyeyê hemû gelên Bakurê Sûriyeyê berê xwe dan ser sindoqan û dengê xwe bi kar anîn. Jinên navçeya Şêranê û jinên Êzidî yên Efrînê jî derbarê hilbijartinên herêmî nêrînên xwe anîn ziman. Jina bi navê Leyla Ebdelah ku dengê xwe li dibistana Şêranê bi kar anî axivî û wiha got:" Îro ez hatim û min dengê xwe bi hêviyeke mezin bi kar anî. Ji ber ev hilbijartinan demokratîk e loma jin bi hilbijartinan hêviyên xwe xurt dikin.” Jin hebûna xwe di hilbijartinan de dibînin! Her wiha Litfiya Mehmûd jî ku xwe ji bo meclîsa navçeya Şêranê bernamzet  danîbû   wiha got:" Ev demeke  ku em di tevgerê de ne ku em gelê xwe bi rêxistin bikin da ku hilbjartinên me serkeftî derbas bibin. Xwesteka me jî, ji gel ew e; "ku xwedî li vê rojê û li sindokan derkevin. Ji ber ku hebûna me di van hilbjartinan de ye. Îro ev hilbjartin ne bi hêsanî pêk hatin. Me ji bo vê projeyê me kedek giranbiha da. Loma hêviyên me mezin in.”  Nemzeta jin a Êzidî ya  bi navê Leyle Muhemed derbarê hilbijartinên meclîsên herêmî de wiha axivî:”Armanca tevlîbûna me ew e ku em  fikra projeya netewa-demokratîk bi ser bi ser bixin. Em hêvî dikin ev hilbijartina dê ji bo hemû jinan kilîta azadî û aştiyê be.”   Her wiha nemzeta jin a bi navê Yildiz Malko axivî û wiha got:" Êrîş û zordarî her tim li ser jinên Êzidî hatiye kirin  lê belê bi fikra projeya Netewa-Demokratîk em ê her jinekê ji koletiyê rizgar bik