Bi hêz û îradeya jinê dê hilbijartin bi ser bikeve 2017-12-01 17:52:37   Rebia Êto   KOBANÊ - Di berdewamiya xebatên hilbijartinê de heyetek ji bo çavdêriya hilbijartinan ji Bakur û ji Başûrê Kurdistanê hatin Rojavayê Kurdistanê.   Di çarçoveya xebatên hilbijartinên Meclîsan de ku ji serê vê sibehê de gel bê navber dengên xwe bi kar anîn heyetek ji Bakur û Başûrê Kurdistanê hat Rojavayê Kurdistanê. Li ser vê mijarê Hevseroka Firaksyona Başûrê Kurdistanê Emîne Zikrî wiha got :'' Em li ser daxwaza Komseriya Bilind a  Iqlîma ya Cizîrê hatin ji bo şopandina hilbijartinan. Em ji ber vê yekê gelek kêfxweş in. Em hêvî dikin ku ev hilbijartinan dê rêya azadiyê û aştiyê ji hemû gelan re veke. Ji ber ku beşdarbûna jinan girîng e, divê hemû jin ji bo vîna xwe xwirt bikin beşdarî hilbijatinan bibin. Çimkî bi hêz û îradeya jinan dê hilbijartin bi ser bikeve."