Li Girkêlegê kelecana hilbijartinê 2017-12-01 13:48:05   GIRKÊLEGÊ - Li Girkêlegê hilbijartinên demokratîk ên meclîsan di saetên sere sibehê de dest pê kir. Gelên Girkêlegê bi hêvî û kelecanek mezin herikîn ser sindoqan.   Li navçeya Girkêlegê ya Herêma Dêrikê hilbijartinên demokratîk ên meclîsan di saetên serê sibehê de dest pê kir.  Bi awayekî demokratîk Gelê Girkêlegê rayê xwe bi kar tînin. Ji bo hilbijartinan gel bi eleqeyek mezin diçin ser sindoqan.   Endama  çavdêriya hilbijartinê  Zibêda Ehmed  derbarê hilbijartinan de nêrînên xwe wiha anî ziman: " Ev cara yekeme hilbijartinên Meclîsa Bakurê Sûriyeyê çê dibe. Gel bi azadî dengê xwe dide û xwe hildibjêre. Ji seetên sibehê de gel diherike ser sindoqan. Ji bo çavdêriya hilbijartinan em  5 mamoste hatine erkadarkirin.  Wê hilbijartin heta saetên êvarî bidome. Hilbijartin bi rêk û pêk dimeşe. Hilbijartin tê wateya ku Gelê Bakurê Sûriyeyê xwedî iradeyeke mezin e û bi hêza xwe bawer e.  Divê her kes xwedî li van hilbijartinan derbikevin û dengê xwe bidin kesên ku dê xizmeta gel bikin."      Her wiha jiyan bi temamî li navçeyê hatiya sekinandin û hêzên ewlehiyê û asayişê parastina hilbijartinê dikin.