Li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dengdayîn berdewam dike 2017-12-01 13:28:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dengdayîna hilbijartina 'Meclîsên Xwecihî' dest pê kir, ku ev hilbijartin ji bo diyarbûna rêveberiya bajarok, navçe û kantonan e.    Li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dengdayîna ji bo hilbijartina 'Meclîsên Xwecihî' dest pê kir, ku ev hilbijartin ji bo diyarbûna rêveberiya bajarok, navçe û kantonan e. Dengdan ji seat 08.00'an heta bi saet 20.00'an wê berdewam bike. Komîseriya Bilind a Hilbijartinê, heke hewceyî pê bibîne wê dengdanê heta saet 24.00’an dirêj bike. Di çarçoveya dengdayînê de li Qmişlo, Efrîn û Kobanê jî dengdayîn bi tevlibûneke mezin berdewam dike.   Li Qamişloyê dengdayîn     Piştî hilbartinên komînan û xebatên Federaliya Bakûrê Sûriyê li hersê herêman Cizîr, Efrîn, Firat, îro jî qonaxa duyemîn a hilbartinên Meclisan dest pê kir. Ji seatên sibehê ve bi sedan şênîyên Qamişloyê, navçe û gundên girêdayî herêma Cizîrê ji hemû pêkhateyên kurd, ereb, sûriyanî, aşûrî û hemû neteweyên  li ser axa Bakûrê Sûriyê dijîn, berê xwe dan sendoqan û dengê xwe ji bo hilbajrtinên Meclisên Xwecihî bi kar anîn. Ewlehiya hilbijartinê ji aliyê hêzên asayişê ve tê girtin.   Li Kantona Efrînê jî hilbijartin   Qonaxa duyemîn a Hilbijartina Meclisên Herêmî li kantona Efrînê dest pê kir.  Welatiyên herêma Efrînê û gundewarên wê îro ji seatên sibehê de berê xwe dan sindoqên hilbijartinê û mafê xwe yê dengdayînê bi kar anîn.   Piştî xebatên bi mehan li herêma Bakûrê Sûriyeyê qonaxa duyemîn a Hilbijartina Meclisên Herêmî Hate dest pê kirin. Dengdayîna hilbijartina meclisan jî hîne berdewam dike.   Li Kobanê li 12 dibistanan sendoq hatin danîn   Li Kobanê li 12 dibistanan sendoq hatin danîn û gel dengê xwe li dibistanan bi kar tîne. Herwiha li Rojhilatê Kobanê li 8`Gundên wê jî sandok hatin danîn û dengdayîna hat destpêkirin berdewam dike. Ewlehiya hilbijartinê jî ji aliyê hêzên asayişê ve tê girtin.   Li Serêkaniyê dengdayîn    Welatiyên Bajarê Serêkaniyê bi hemû pêkhateyên xwe kurd,ereb,çeçen û Sûriyan ji bo dengê xwe bidin kesên ku dixwazin nûnertiya wan bikin herikîn  ser sindoqan.   Hilbijartinên Meclîsên Rêveberiya herêmî ya her sê herêmên Bakûrê Sûriyeyê destpê kir. welatiyên Serêkaniyê ji saetên sibeh ve berê xwe didin 50 navendên ku Komseriya Bilind ya Hibijartinan diyar kirine û mafê xwe yê degdayînê bi kar tînin. Tê payim ku hilbijartin heta siet 8'ê êvarê dewam bike.