‘Welat vegeriya qanûnên Şeyh-Îslam’ 2017-12-01 09:22:03   Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN - Parêzer Cemîle Turhalli diyar kir ku piştî qanûna miftîtiyê, pêngava yekem qanûna ‘Jinan bi tecawizkarên wan re zewicandin e’ û got bi qanûnên wisa welat vegeriyaye dema qanûnên Şeyh- Îslam.   Bertekên li dijî qanûna miftitiyê ya rayeya birîna mehrê dide meleyan, berdewam dike. Parêzer Cemîle Turhalli  anî ziman ku piştî qanûna miftitiyê, pêngava yekem qanûna ‘Jinan bi tecawizkarên wan re zewicandin e’ ye û di esasê de qanûna miftitiyê amadekariya pêş e.   Cemîleyê der barê qanûna miftitiyê de  di alî hiqûqî de nirxandin kir û got: “Bi vê qanûnê re saziyên ji bo zewicandinê xwedî raye hatibûn diyarkirin.Di heman demê de em dizanin ku miftiyên navçeyan jî li vê hatiye zêdekirin. Bêguman ev niha wek sererastkirinek saf dikare bê dîtin. Em ji çapemeniyê dizanin ku desthilatdariyê xwestiye vê demildest bike meriyetê. Qanûna miftitiyê welat vediguhere dema qanûnên Şeyh Îslam.   ‘Ji bo qanûna tecawizê amadekarî tê kirin   Cemîleyê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Bi vê qanûnê re Qanûna Medenî ya di sala 1926’an de hatiye îlan kirin tê rakirin. Qanûna miftitiyê û sererastkirinên din jî ji bo qanûna ‘bi tecawizkar re zewicandin’ amadekariye. Ev sererastkirinên xeterin.  Divê jin li dijî vê têkoşîna xwe berdewam bikin.”