'Tecrîd sûcê mirovatiyê ye' 2017-12-01 09:02:38   Îlham Eloso   KOBANÊ - Demeke dirêje ku tu agahî derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nayê girtin. Derbarê tecrîda giran de şêwirmenda qada perwerdeyê Meqbûle Bekî nêrînên xwe anî ziman.   Ji ber ku derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de tu agahî nayê girtin û herî dawiyê têkildarî tenduristiya wî de agahiyên ne zelal li ser medyaya civakî hat parvekirin Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê dest bi çalakiyan kir. Çalakî û grevên ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe û azad bibe hîn dewam dike. Têkildarî mijara tecrîdê şêwirmenda qada perwerdeyê Meqbûle Bekî nêrînên xwe anî ziman. Meqbûleyê diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan gerek demildest bi dawî bibe û wiha got:" Rêber Apo îrade û hêza Gelê Kurd e. Em hemû Kurd ji bo cîhaneke aram azadiya Rêberê xwe dixwazin."   'Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe em ê çalakiyên xwe bidomînin'   Meqbûleyê bal kişand ser xetereya jiyana Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir:" Ev bû du meh çalakiyên ji bo rewşa Rêberê me diyar bibe dewam dike. Di warê rewşa tenduristiya Rêber Apo de dilê me hemûyan bi guman e. Em demildest dixwazin ku derbarê tenduristiya Rêberê xwe de agahiyek zelal bigirin. Heta ku agahiyek zelal ji Rêber Apo bê girtin dê Gelê Kurd her dem di nav tevgerê de be."   'Gelê Kurd li Bakurê Sûriyeyê gaveke dîrokî avêt'   Meqbûleyê di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Gelê Kurd li Bakûrê Sûriyeyê gaveke dîrokî avêt û federaliya xwe îlan kir. Di vê pêvajoyê de Gelê Kurd di milekî de şerê dijminên xwe dike û di milekî din de jî vîna xwe xurt dike. Nêrîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo vê serkeftinê bingeh ava kir. Em ê jî heta dawiyê li ser şopa Rêberê xwe bimeşin."