ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2017'AN 2017-12-01 09:00:00   *Demeke dirêje ku tu agahî derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nayê girtin. Derbarê tecrîda giran de şêwirmenda qada perwerdeyê Meqbûle Bekî nêrînên xwe anî ziman. BI DÎMEN   *Abdullah Ocalan ku di hevdîtinên xwe yên bi heyeta Îmraliyê de pespektîfên ji bo jinan dişandin wiha digot: “Ev 30 sal in alîkarê min ên herî girîng hevalên jin in.” Abdullah Ocalan her wiha modela hevserokatiyê jî pêşniyar kir.   *Komira bê pere li gel tê belavkirin, ji aliyekî hewayê qirêj dike, ji aliyê din jî tenduristiya gel dike xetereyê. BI DÎMEN   *Parêzer Cemîle Turhalli diyar kir ku piştî qanûna miftitiyê, pêngava yekem qanûna ‘Jinan bi tecawizkarên wan re zewicandin e’ û got bi qanûnên wisa welat vegeriyaye dema qanûnên Şeyh- Îslam. BI DÎMEN   *Berxwedana Sûrê du sal berê îro dest pê kir û hîna berxwedan di hişê gel de ye. Di berxwedana 103 rojî de dengê bilind bû  niha di nav darbeyên kepçeyan de bilind dibe.   *Abdullah Ocalan ku di hevdîtinên xwe yên bi heyeta Îmraliyê de pespektîfên ji bo jinan dişandin wiha digot: “Ev 30 sal in alîkarên min ên herî girîng hevalên jin in.” Abdullah Ocalan her wiha modela hevserokatiyê jî pêşniyar kir.