Li Kobanê YPJ/YPG salvegera PKK`ê pîroz kirin! 2017-11-30 16:21:01   KOBANÊ - Bi boneya 40’emîn salvegera damezrandina PKK'ê YPJ/YPG şahî li dar xistin. Ji bo şahiya  girseyî ya salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi sedan şervanên Yekineyên Parastin a Jinê (YPJ) û Yekineyên Parastina Gel (YPG) tevlî şahiyê bûn.   Bi boneya 40’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li navçeya kantona Kobanê Bajarê Sirînê pêk hat. Şahî bi merasîmeke leşkerî ku ji 500 şervanî pêk dihat hat destpêkirin. Di merasîma leşkerî de fermandariya giştî ya YPJ'ê Kurdistan Serêkaniyê di destpêka axaftina xwe de wiha got: " Serok Apo dibêje em bi Heqiyan bûn partî, em bi Egîdan bûn Artêş û em bi Zîlanan ber bi azadiyê ve diçin. Îro ew artêşa ku Heval Egîd li Çiyayê Gabarê dest pê kir li her çar perçeyên Kurdistanê rêya azadiya Gelê Kurd vekir. Ew kesên ku digotin du Kurd nikarin werin gel hevdu neheq derketin û îro bi hezaran Kurd tên gel hev. Ji bo ku Kurd nasnameya xwe ya azad bi dest bixin têkoşîna xwe ya bêhempa dimeşînin. Ji ber vê jî em deyndarê Rêber Apo û  şehîdên şoreşê û gelê xwe yê welatparêz in. Em jî weke şervanên azadiyê em ê deynê xwe bidin û van rojên pîroz em ê bikin rojên tolhildanê."    Fermandara YPJ'ê Kurdistanê Serêkaniyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: " Yên ku îro hesabên şaş dikin dewletên weke Tirkiyeyê, Îranê û Suriyeyê wê bersiveke hişk ji gel bigirin. Bidawîkirina DAÎŞ`ê bidawîkirina dagirkeriya Rojhilata navîn giştî ye. Ji ber ku îro DAÎŞ tevgereke kombûna hemû dewletên navnetewî bû. Li Minbicê dest pê kir û îro jî li Dêrezorê DAÎŞ bi dawî dibe."   Di dawiyê de jî Kurdistan Serêkaniyê soza tolhildanê da Gelê Kurd da û wiha got: "Em soz didin ku çawa me rê neda DAÎŞ’ê em rê nadin tu kesî ku li ser xiwîna şehîdan hesabên şaş bikin û yên ku şaş bikin wê tevgera wan vala derkevin. Ji ber ku em bi berdelên pir giran bi xwînê dimeşin û bi ser dikevin. Sond jî şeref e û şeref jî nayê binpêkirin."   Piştî axaftinê koma Botan a çand û hûnera Baqî Xido gelek Stranên şoreşgeriyê got û şervanan govend gerandin.   Piştî şahiya pîrozbahiyê bi hezaran  şervanên ereb ji Sirînê ber bi Kela berxwedanê Kobanê ve çûn û di hemû kolanan de derbas bûn. Li goristina Şehîd Dicle şervanan  şahiya xwe li gel hevalên xwe bi dawî kirin."