Dayikên Aştiyê mewlîd xwendin 2017-11-30 13:56:42   AMED - Dayikên Aştiyê bi minasebeta Qendîla Mewlûdê mewlûd dan. Dayikên Aştiyê di mewlûda ku dan de daxwaza aştî û wekheviyê kirin.    Dayikên Aştiyê yên Amedê bi minasebeta Qendîla Mewlûdê mewlûdek dan. Dayikên Aştiyê yên Amedê û gelek dayikên din di mewlûda hat dayîn de hatin gel hev. Mewlûd ji aliyê Dayika Aştiyê ya Amedê Songul Tanriş ve hat xwendin. Piştî xwendina mewlûdê Dayikên Astiyê dua kirin û daxwaza aştî û wekheviyê kirin. Her wiha dayikan bal kişand ser damezrandina PKK'ê ya di vê mehê de jî gotin ku wan di heman demê de ev mewlûd ji bo damezrandina PKK'ê jî dane.