Şîlan Kobanê li Serêkaniyê hat bîranîn 2017-11-30 13:11:26   Dîlber Mihemed   SERÊKANIYÊ - Partiya Yekîtiya Demokratîk a Bajarê Serêkaniyê li navenda çand û hûnerê bi tevlîbûna gelê bajêr Şîlan Kobanê bi bîr anî.   Li bajarê Serêkaniyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li navenda çand û hûnerê ya bajêr Şîlan Kobanê bi bîr  anî. Kongira Star, Malbatê Şehîdan, hemû endamên saziya û gelê bajarê Serêkaniyê beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir û sînevizyonek li ser jiyana Şîlan Kobanê hat pêşkêşkirin.     Li ser navê Malbatên Şehîdan Zehra Qido axivî û sersaxî ji malbata Şîlan Kobanê û  hemû berxwedêrên ku li ser xeta azadiyê jiyana xwe ji dest dane xwest.   Li sere navê Kongra Starê Zelîxa Alî axivî û diyar kir ku dê xwîna berxwedêran tucar vala nerije û ew ê hewl bidin ku ji bo jiyanke azad têbikoşin û wiha got:” Em di serî de sersaxiyê ji bo hemû malbatên berxwedêran dixwazin. Heta ku ev axa azad bibe em ê têbikoşin û di rêya berxwedêrên ku ji bo vê axê xwîna xwe rijandine bimeşin.”