ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-30 09:00:00   *Jina 58 salî Şefîqe Ulaş a dayika 8 zarokan e û 40 sal in li bazaran karê firotina firingî, xiyar û şinahiyê dike. Şefîqa ya ku li taxa Bagcilarê li Bazara Jinan a Jiyanê dixebite diyar kir ku  qayûm  bazara ku jin lê dixebitin dewrî mêran kir û mafê jinan ji destê wan girt. Şefîqa got ku çi dibe bila bibe wê herdem li dijî zor û zehmetiyan li ser lingên xwe bin û mafê xwe biparêzin. BI DÎMEN   *Li gundê Xec Xatunê zarokên gund bi çîrok û efsaneyên dayika Canfeda mezin dibin. Dayika Canfeda bi çîrokanên ku dibêje ji zarokan re çanda kurd dide naskirin û bi vî awayî wan perwerde dike. BI DÎMEN   *Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên  navbera 2010 û 2011’an de AKP’ê ji bo jinan wek xetere dibîne. Abdullah Ocalan derbarê qetilkirina jinan û çanda tecawizê de nirxandinan dike û wiha dibêje: “ AKP ji bo jinan xetereyek mezin e.”   *Aktîvîsta avhewayê Elîf Cansu Îlhan diyar kir ku guherîna avhewayê wek ‘guherîna şert û mercên avhewayê yên ji nişkave’ tê fêm kirin û got ev şaş e. Elîfê got guherîna avhewayê dişibe ‘qiyameta ku hêdî hêdî diqete ye’.   *Jinan diyar kir ku hewcedariya piştgiriyê bi kongreya yekîtiya neteweyî heye û got yekitî ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn qezencek e. Jinan got wê yekîtiya neteweyî û fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qezenc bikin. BI DÎMEN   *Derbarê Hevşaredara Hezexê Nevîn Gîrasunê de ku girtiye, 15 meh şûnde îdianameya wê hat amadekirin û ji aliyê 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê ve hat qebûlkirin. Îdianame li ser îfadeyên şahidên veşartî hatiye amadekirin û tê îdiakirin  rêvebera YPS-JIN’ê ye.