Meclîsa Jinê ya HDP’ê: Ji bo em jiyana xwe biparêzin em ê xweparastinê bi kar bînin 2017-11-29 13:05:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinê ya HDP’ê da zanîn ku ew ê şopînerê doza Asiye Aykan a ku ji aliyê Yilmaz Aykan ve hat qetilkirin bin û wiha got:” Ji bo em azadiya xwe, vîna xwe, jiyana xwe biparêzin em ê li kolanan, li kar, li partiyê û li hemû qadên jiyanê, tevlî xweparastinê hemû amûrên ku hewce dikin, bi kar bînin.   Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan ji bo Asiye Aykan a ku li navçeya Uskudarê ya Stenbolê di servîsa dibistanê ya ku tê de dixebitî de ji aliyê hevserê xwe Yilmaz Aykan hat qetilkirin, daxwiyaniya nivîskî weşand. Di daxwiyaniyê de hat diyarkirin ku Asiye xebatkara malê bû û ji bo debara xwe bike di servîsa dibistanê de dixebitî û nûçeyên ku di çapemeniyê de cihê xwe girtibû hat rexnekirin.   Di berdewamiya daxwiyaniyê de wiha hat gotin:    “Nûçegîhanê Hurriyetê Çetîn Aydin cinayeta ku ji aliyê Yilmaz Aykan hat kirin bi serenava ‘Êrîşa çekî li servîsa dibistanê hat kirin’ ragihand. Nûçegîhanê Hurriyetê Çetîn Aydin ji rastiyan dûr û bi zimanekî zayendperestî ev nûçe weşand. Em bang li DHA’yê û Hurriyetê dikin ku vê nûçeya ku bi zimanê zayendperestî hatiye weşandin bê rakirin.”   Di daxwiyaniyê de herî dawî wiha hat gotin:” Ji bo qatîlê Asiyeyê bê ceza nemîne em ê şopînerê vê dozê bin. Ji bo em azadiya xwe, vîna xwe, jiyana xwe biparêzin em ê li kolanan, li kar, li partiyê û li hemû qadên jiyanê, tevlî xweparastinê hemû amûrên ku hewce dikin, bi kar bînin. Em yek jî kêm nabin.”