Niha li ser axa xwe Nisêbînê ye… 2017-11-29 09:35:37   MÊRDÎN - Cenazeya Evîn Oz (Zerya Bagok) ku li Cizîrê di qedexeyên derketina derve de di bodruman de hat şewitandin û qetilkirin, 21 meh şûnde teslîmî malbata wê hat kirin. Dayika wê Turkan Oz ku salek û nîv şûnde agahî ji keça xwe girt wiha got: “Ji bo xwe bigihînim wê min her tişt kir. Lê ez ji înternetê hîn bûm ku jiyana xwe ji dest daye.”    Evîn Oz (Zerya Bagok) a YPS ku yek ji dehan kesên li Cizîrê di bodruman de hat qetilkirin bû, piştî mehan şûnde ji aliyê malbata wê ve cenazeya wê ji Goristana Bêkesan a Sîlopiyê hat girtin û birin Nisêbînê. Malbata ku du meh berê agahiya keça xwe girtin hatin Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê û mînaka xwînê dan û piştre Evîn girtin û anîn Nisêbînê.   Çenteyê xwe girt û derbasî Cizîrê bû   Malbata Evînê ji ber polîtîqayên dewletê yên koçberkirinê ji Nisêbînê koçî Bodrumê kiribûn. Evîn li vir ji ser axa xwe dûr jiya û piştî zanîngeh qezenc kir çû Wanê. Evîn a li vir 4 mehan dimîne bi çend hevalên xwe re diçe Cizîrê. Evîn 10 roj beriya mirina xwe li dayika xwe digere û nabêje ez li Cizîrê me.   ‘Ji bo êşa me zêde bike..’   Dayika Evînê, Turkan Oz got ev salek û nîv bû agahî ji Evînê negirtibûn û wiha got: “ Me serî li dehan cihî da. Lê hemû hewldanên me bê encam man. Li ser nûçeyên me di înternetê de dîtin em çûn Cizîrê. Me mînaka xwînê da. 50 roj şûnde li me geriyan. Gotin werin cenaza xwe bigirin.  Em du rojan li wir man. Em şandin cihên cuda. Ji bo êşa me zêde bikin em bi rojan dan sekinandin.”   ‘Ez her ciwanî dişibînim wê’   Turkanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “ Me li bodrumên Cizîrê di televîzyonan de guhdar dikir. Her kesên min ku didît, min dişiband keça xwe. Di lîsteyê de navê keça min tunebû. Dema min dît wê di bodrumê de jiyana xwe ji dest daye ez têk çûm. Axaftina min a dawî bi wê re di telefonê de bû. Piştre jixwe me agahî jê negirt. Ez du caran çûm Wanê. Min got belkî ez tiştekî bibînim.”