ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-29 09:00:00   *Li gundê Xec Xatûnê bi salan e Şevbûherk tên lidarxistin û jin û mêr bi hev re hem klamên dilşewat dibêjin hem jî sohbetên herî germ dikin. BI DÎMEN   *Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo jinan got ‘cîhanek tê qezenckirin heye’ û pespektîf pêşniyar kir. Di navbera salên 2005 û 2009’an de bal dikişîne ser êrîşên zayendî û qetilkirina jinan.   *Endama Meclîsa HDP’Ê ya Mîdyatê Dîba Gabrîelê diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandorê li ser hemû gelên Tirkiyeyê dike û got: “ Piştî her zivistanê bihar tê. Em hemû gel li bende wê biharê ne.” BI DÎMEN   *Li Amedê zaroka 9 salî rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk a bavê xwe M.S, birayê xwe û pismamê xwe hat. Di encama îfadeyên dayikê de bûyer derket holê û derbarê gumanbar M.S de 20 sal ceza tê xwestin.   *Cenazeya Evîn Oz (Zerya Bagok) ku li Cizîrê di qedexeyên derketina derve de di bodruman de hat şewitandin û qetilkirin, 21 meh şûnde teslîmî malbata wê hat kirin. Dayika wê Turkan Oz ku salek û nîv şûnde agahî ji keça xwe girt wiha got: “Ji bo xwe bigihînim wê min her tişt kir. Lê ez ji înternetê hîn bûm ku jiyana xwe ji dest daye.” BI DÎMEN   *Li Sûrê li dijî hilweşînê, malbatekê  ligel hewaya sar di nava kavilan de kon vedan û berxwedana xwe didomînin. Di konê ku ava kirin de malbat amadekariya zivistanê dike. BI DÎMEN