Hacer Karaoglan hat girtin 2017-11-28 14:59:27   AMED - Hevseroka Navçeya Erganiyê ya HDP’ê Hacer Karaoglan bi hinceta ku cezayê lê hatiye birîn teqez bûye hat girtin.   Hevseroka Navçeya Erganiyê ya HDP’ê Hacer Karaoglan bi hinceta ku 3 sal, mehek û 15 rojan cezayê wê hatiye teqezkirin hat girtin. Hacerê li navenda sûkê hat binçavkirin û piştre wê şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê.   Hat zanîn ku Hacerê 2015’an heta a niha ji dosyaya ku bi 28 kesan re dihat darizandin 3 sal, mehek û 15 roj ceza girtiye û ev cezaya ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye êrikirin û li ser vê yekê hat girtin.