Jinên siyasetmedar ên girtî: Tahîr Elçî wijdanê me hemûyan e 2017-11-28 14:37:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên siyasetmedar ên ku derbarê 2'emîn salvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de peymam şandin, diyar kirin ku têkoşîna wan a ji bo darizandina kujerên Tahîr Elçî wê bidome.   Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, Cîgira Hevserokên HDP'ê Aysel Tuguluk û hevşaredara Amedê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Gultan Kişanak, bi peyameka hevpar ku ji girtîgehê şandin Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 2'emîn salvegera qetilkirina wî de bi bîr anîn.   Peyama siyasetmedarên jin ku ji girtîgehê şandin wiha ye:"Em rêhevalê xwe yê ku bi êrîşek hovane hat qetilkirin Tahîr Elçî di 2'emîn salvegera qetilkirina wî de bi bîr tînin û êşa wî di dilê xwe de hîs dikin.  Brêz Tahîr Elçî bi salan ji bo bûyerên kiriyarên ne diyar (di eslê xwe de diyar) bên ronîkirin bi hemû hêza xwe têkoşîn da. Tahîr tenê ne ji bo mafên mirovan û azadiyê, ji bo berxwedana gelê kurd a mafdar û meşrû jî têkoşînek mezin da.     'Tahîr Elçî dengê mezluman bû'   Tahîr Elçî ku herî dawî bû serokê Baroya Amedê, tenê nebû dengê gelê krud bû dengê mazlûman û li dijî polîtîkayên şer û talankirina qadên jiyanê sekinî. Faşîtên neteweperest ku ji aciz bûn Tahîr Elçî li ber Mînareya Çar Nig dema ku ji bo parastina berhemên dîrokî daxuyanî dida qetil kirin.   'Me ew ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin...'   Em di 2'emîn salvegera qetilkirina Tahîr Elçî de careke din wî bi rêzdarî bi bîr tînin û dibêjin ku Tahîr Elçî wicanê kesên ku mafên wan tê bibpêkirin û yê me hemûyan e. Em ê hesabê qetilkirina Tahîr Elçî bi hev re biprisin."