Antike Babat serbest hat berdan 2017-11-28 13:26:37   ŞIRNEX - Antîke Babat a ku do polîsan girt ser mala wê, serbest hat berdan.   Do li navçeya Hezexê ya Şirnexê polîsan girt ser mala Hevsrokê Meclîsa Gel a Hezexê Husnu Babat. Ji ber ku Husnu Babat ne li malê bû hevsera wî Antike Babat hat binçavkirin. Dozgeriyê bi îdiaya “Endama rêxistinê” ew sewqî dadgehê kiribûn. Dadgehê derbarê Antikeyê de biryara qedexeya derketina derveyî welat da û ew serbest berda.