Girtiyên Kandirayê piştgrî dan erdhejzedeyan 2017-11-28 13:16:06   KOCAELÎ - Girtiyên ku di 1'emîn Girtîgeha Girtî ya Tîpa F'yê ya Kandirayê de ne, ji bo kesên ku di erheja li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê çêbû de zerar dîtin, di navbera xwe de alîkarî kirin.    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 12'ê Mijdar a 2017'an de erdehej pêk hatibû. Girtiyên ku di 1'emîn Girtîgeha Girtî ya Tîpa F'yê ya Kandirayê de ne jî ji bo kesên ku di erdhejê de zerar ditîn alîkarî kirin. Girtiyan di navbera xwe de 2 hezar û 500 TL dan hev û bi rêya malbatên xwe şandin Heyva Sor a Kurdistanê.