Li gundê qopikan goristanên jinên êzidî tên tehrîpkirin 2017-11-28 09:06:48   Zeynep Turgut   WAN - Li gundê Qopikan ê ku di nava gel de wekî warê êzidiyan tê zanîn niha di hedefa xezînevanan de ye. Goristana li gund ku xwedî nirx û xwedî dîrokeke kevnare ye niha di hedefa xezînevanan de ye. Ji ber ku di kevneşopiyên êzidiyan de jin li gel zêr û zîvên bi wan ve dihatin definkirin, herî zêde li vê goristanê gorên  jînên êzidî tên texrîpkirin û hilweşandin.   Zêdetir gorên jinên êzidî dibin hedef    Li  navçeya Ebexê gundê Qopikan  yê ku di sedsala 18’emîn de ji aliyê mîr Kok Axa yê êzidî ve bi salan hatiye rêvebirin niha li heman gundî zîndana dîrokî û gorên jinên êzidî tên texrîpkirin. Li gundê Qopikan 300 sale  keleha ku ji aliyê Kok Axa ve hatiye avakirin û ji aliyê keça wî zarîfeyê ve hatiye rêvebirin jî cih digire. Lê di dema me ya îro de hemû berhemên dîrokî yên li gund ku bermahiyên êzidiyan e tên texrîbkirin. Li gund Gorîstana ku ji sedsala 18’emîn heya niha heyîna xwe parastiye jî  niha bûye  hedefa xezînevanan. Li gorî agahiyên ku ji aliyê kesên li herêm ve hatin dayîn hat aşkerakirin ku di destpêkê de xezînevan goran tespît dikin û piştre jî dikolin.  Ji ber ku di kevneşopiyên êzidiyan de jin bi zêr û zîvên bi xwe ve dikirin tên definkirin  herî zêde gorîstanên jînên êzidî tên texrîpkirin û hilweşandin.    Bi sedan gor li vî gundî hatine kolandin   Li gundê kopikan Goristana dîrokî ku li derdora zîndana dîrokî hatiye avakirin heya niha li vê goristanê bi sedan gor hatine kolanin û texrîbkirin. Qqên serê mirovan ên ku li goristanê mirov li wan rast tê  hovatî û bêrêziya li dijî kesên mirî û dîrokê radixe berçavan.    Niştecihên heremê li hemberî texrîpkirina goristana  dîrokî bertek nîşan dan û gotin ku divê pêşiya vê hovitiyê bê girtin û dîrok bê parastin