Çîroka rizgarkirina jinên Êzidî 2017-11-28 09:02:43   Ahlam Hacî   ŞENGAL - Di 3'ê Tebaxa 2014'an de  çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kiribûn  û bi hezaran jin dîl hatibûn girtin. Di pêngava Bahoza Cizîrê de 5 jin û 2 zarokên din jî hatin rizgarkirin.   Di fermana 03.08.2014'an de  çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kiribûn  û bi hezaran jin dîl hatibûn girtin. Di pêngava Bahoza Cizîrê de 5 jin û 2 zarokên din jî hatin rizgarkirin. TAJÊ kesên ku hatin rizgarkirin radestî malbatên wan kirin. Jinên ku ji DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin serpêhateyên xwe yên serdema ku dîl hatibûn girtin rave kirin.    Jina bi navê Bedirye Feysal a ji navenda Şengalê diyar kir ku ew bi hovîtiyeke mezin rû bir û mane û wiha got: " Di dema fermanê de me berê xwe dabû çiya lê DAÎŞ'ê ji me re got werin û paçekî sipî rakin, em tiştekî bi we nakin. Em jî vegeriyan Şengalê lê em hatin girtin.  Min û malbata min ji hev veqetandin. Em 2 rojan li Şengalê hiştin, piştî wê em birin zindana Badoşê. Em demek dirêj li zindanê hiştin. Herî dawî jî em birin Dêrezorê. Li wir gelek zilim û zordarî li jinan dikirin."   'Xelaskirina ji DAÎŞ'ê   ji min re weke xewnekê dihat'   Jineke din a bi navê Sued Simo ku ew jî  ji gundê Solaxê yê girêdayî Şengalê ye behsa rizgarbûna  xwe ya ji DAÎŞ ê kir û wiha got: "  Piştî fermanê em li gelek cihan gerandin. Ez herî dawî li Dêrazorê bûm. Xelaskirina ji DAÎŞ'ê   ji min re weke xewnekê dihat lê ez bi saya têkoşîna şervanên azadiyê ji DAÎŞ'ê xelas bûm. DAÎŞ'ê derbarê şervanên azadiyê de gotinên ne baş digotin lê şervanên azadiyê ez ji hovîtiya DAÎŞ'ê xelas kir."   'Şervanên azadiyê ji jinên Êzidî re bûn hêvî'   Jina bi navê Hedîl Newaf jî hestên xwe wiha rave kir: " Bi rastî min wek jinekê gelek zor û zehmetî ji destên DAÎŞ'ê kişand. Xeyala min ew bû ku  ez ji destên DAÎŞ' ê  rizgar bibam. Ev xeyala min bi saya şervanên azadiyê pêk hat. Şervanên azadiyê ji jinên Êzidî re bûn hêvî. Ji piştî fermanê kêliyên ji bo min her xweş ev e ku ez azad bûm. Hêviyeke min a din jî ew e ku di demeke nêz de, xwişk û birayên min jî werin rizgakirin. Ez sipasiya şervanên azadiyê dikim ku em rizgar kirin."   'Tiştê herî zor mirov ji axa xwe dûr bijî ye'   Turaya Ezîz a ji gundê Kuço jî  dîlgirtina xwe wiha vedibêje: " Dema ku DAÎŞ'ê em girtin em birin gelek cihan û herî dawî em anîn Dêrazorê .  Zilamekî DAÎŞ'ê ez dîl girtibûm û ez mecbûr dimam ku min xizmeta wan bikira. Rojekê agir ji sobeyê bi min ket lê wan min nebirin diqtor. Zor û zehmetiya ku min kişand ez çiqasî bêjim naqede. Ji ber ku ez gihaştim ser axa xwe ya pîroz, bi rastî jî ez niha gelek kêfxweş im. Min fam kir ku tiştê herî zor mirov ji axa xwe dûr bijî ye. Loma spasiya xwe ji şervanên azadiyê dikim ku min ji destên wan hovan xelas kirin."   'Hovîtiya DAÎŞ'ê nayê jibîrkirin'   Wîdat Dawid a ji gundê Kuço wiha behsa çîroka xwe dike: " Dema ku DAÎŞ hat hinek malbatên me xwe xilas kirin em man. DAÎŞ'ê me girt û îşkence bi me kir. Ji wan 5 kesan li min dan û ceyran (kehrebe) dan serê min hingê li me dan ez nizanim çi ji min hat û ez bi dawiya maşinê ve girêdan û li nav bajarê Musilê ez gerandin. Hovîtiya DAÎŞ'ê qet nayê jibîrkirin. Gerek em ji bîr nekin û em vîna xwe xwirtir bikin."   Hevseroka Desteya Revebira Xweser  a Şengalê Zehra Silêman derbarê jinên ku ji destên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin wiha got:"  Di serî de bi navê TAJÊ em xêrhatina jinên ku azad bûne dikin. Êş, zor û zehmetiyên ku jinên Êzidî kişandine ne kêm in. Ji bo em bikaribin vê zulmê bi dawî bikin pêwist e wek jinên Êzidî em xwe di hemû aliyan de birêxistin bikin.  Em ê wek jinên Êzidî tola xwe hilînin û rondikên dayikan bi dawî bikin, pêwist e em êdî serê xwe ji tu tiştî re netewînin, hêza me heye em dikarin her tiştî bikin. Jinên Êzidî hêza civakê ye. Wek Rêber Apo dibêje civak bi jinê tê avakirin. Îro jina Êzidî di hemû qadan de tekoşînê dide meşandin, rizgarbûna van dayikên me nîşaneye vê yekê ye. Bila her kes vê yekê baş zanibe, kes nikare civak û jina Êzidî tune bike, heta yek keçek Êzidî hebe wê ev tekoşîna jinên Êzidî berdewam bike."    'Em di xeta Bêrîvan û Nazê de ne'   Hevseroka Deste ya Revebira Xweserî ya Şengalê Zehra Silêman bi vî awayî gotinên xwe bi dawî kir." Em di xeta Bêrîvan û Nazê de ne. Em ê heta dawiyê tekoşîna xwe bidomînin, kes nikare çavên me bitirsîne. Li ser vê bingihê ji vir heta Raqayê em silavên xwe ji şervanên azadiyê re bi rê dikin. Hemû Şehîdan bi bir tînin û bejna xwe li ber bîrnanîna wan ditewînin. Em ê jinê û civakê azad bikin. Ez careke din xêr hatina jinên ku hatine azadkirin dikim. Ew ronahiya çavên me ne hatina wan  nîşaneya serkeftinê ye û binkeftina dijmin e.