Gelê Til Temirê salvegera PKK'ê pîroz kir 2017-11-27 15:51:29 TIL TEMIR - Hemû netew û pêkhateyên bajarê Til Temirê 40'emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi şahiyekê pîroz kirin.   Welatiyên bajarê Til Temir a girêdayî Kantona Hesekê a Herêma Cizîrê, bi munasebeta  40'emîn salvegera damezrandina PKK'ê şahiyek li dibistana Meyselûn li dar xist. Cihê şahiyê bi alên YPG, YPJ'ê, Asayîş, TEV-DEM û alên Kongra Starê hatibû xemilandin. Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê  ji aliyê Rêveberiya bajarê Til Temirê Emgîhan Cûdî û bi navê pêkhateyên Aşûrî Wayil Mîrza axaftin hatin kirin.   Rêveberiya bajarê Til Temirê roja 27'ê Mijdarê li tevahî pêkhateyan pîroz kir û wiha got: "Em vê rojê li hemû pêkhateyan pîroz dikin, em niha li ser bingeha vê rojê xwe bi rêxistin dikin û em gihaştine asta civaka ku xwe bi pergala Netewa Demokratîk bi rê ve dibe. Şehîdê me yê yekemîn heval Heqî Karer û rêhevala me Sakîne Cansiz ku cihê xwe di koma yekemîn a PKK'ê de girtin, bi keda wan îro bi milyonan mirov rabûn ser piyan, îro ew kes jî rêya wan dişopînin. Bila gelê me zanibe ku tu hêz nikare PKK'ê tune bike, tu hêz nikare Pergala Netewa Demokratîk tune bike. Ji ber ku PKK nasnameya Netewa Demokratîk û nasnameya civaka demokratîk e roj bi roj asta têkoşîna me bilindtir dibe. Li ser vê bingehê em îro ber bi pergala Federaliya Bakurê Sûriyeyê ve diçin ku ev jî hemû netew û pêkhateyan di nava xwe de dihewîne."   Piştî axaftinan Koma Şoreş û hunermend Muhend Cime'a stranên şoreşgeriyê pêşkêş kirin. Şahî bi dîlan û dirûşma 'Bijî berxwedana PKK'ê' bi dawî bû.