Rûken a ku wesayita zirxî lê qelibî ji nexweşxaneyê hat derxistin 2017-11-27 15:38:47   ŞIRNEX - Zaroka 8 salî  Rûken Cansiri ku li Cizîrê  wesayta zirxî lê qelibî bû û birîndar bûbû ji nexweşxaneyê hat derxistin.    Di 22’ê mijdarê de li taxa Sûrê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê maşîneya zirxî li Rûken Cansiri ya 8 salî qelibî û ew bi giranî birîndar kiribû. Rûken dema dixwest ji malê biçe cem xwişka xwe ya nan li tenûrê dida, maşîne lê qelibî û wê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û rojek di beşa venêrtina giran de mabû. Rûken piştî beşa venêrtina zêde 3 roj jî li Beşa Cerahiya Zarokan di bin çavdêriyê de hat hiştin. Rûkenê îro ji nexweşxaneyê hat derxistin. Hat zanîn ku şopên birîndariyê di serî û rûyên rûkenê de hêj hene.    Hat zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê têklidarî bûyerê lêpirsîn dest pê kiriye û îfadeyên polîsên maşîne qelibindine û yên malbata Rûkenê girtiye.    Li aliyê din Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Wekîla HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî Cansiri ziyaret kirin û der barê rewşa tenduristiya wê de agahî girtin.