Jinên ciwan salvegera demezrandina PKK'ê pîroz kirin 2017-11-27 13:57:13   EFRÎN -  Jinên ciwan bi munasebeta 40'emîn salvegera damezrandina PKK'ê, di bin dirûşma"welat welatê me ye, tolhildan soza me ye" şahiyek li dar xistin.   Yekîtiya Jinên Ciwan bi munasabeta 27'ê Mijdarê 40'emîn salvegera   damezrandina Partiya  Karkerên Kurdistanê (PKK),  li pêşiya parka Serok Apo ya li navçeya Eşrefiyê ya Efrînê şahiyek li dar xistin. Di şahiyê de bi sedan jinan  bi coşeke mezin govend gerandin.    Şahî bi girêdana govendê dest pê kir. Pişt re jinên ciwan peyva " Serî Hilde"  bi agir çêkirin.   Şahî bi gerandina dîlanên gelêrî bi dawî bû.