Panaromaya serhildana 103 rojan berdewam kir: Sûr hîna berxwe dide 2017-11-27 10:07:54   AMED - Di 2’ê Kanûna 2015’an de Sûrê şahidiya berxwedana herî dirêj a sedsala 21’ê kir. Di heman demê de şahidiya qedexeya derketina derve ya herî dirêj kir. Yekîneyên herî hilbijarte yên dewletê 103 rojan di qedexeya derketina derve de nikaribû têketa Sûrê. Îro Sûr ji bo rantê bi hilweşînê re rû bi rû ye.   Plana têkbirinê ya AKP’ê  di du salên dawî de bû sedema mirina hezaran kesî, girtina hezaran kesî, koçberkirina hezaran kesî û wêrankirina bajarên Kurdistanê. Di çarçoveya plana tasfiyekirinê de ji bo lezgîntir encam bê girtin qedexeya derketina derve ya hat îlankirin bi mehan berdewam kir û li bajarên Kurdistanê bi mehan êrîşan berdewam kir û rastî berxwedanên mezin jî hat. Li Gimgim, Cizîr, Sîlopî, Nisêbîn, Kerboran, Gever, Bismil, Farqîn û Sûrê qedexeyên derketina derve bi mehan berdewam kir û li gel vê berxwedan jî bi heman awayî pêk hatin.Yek ji van navçeyan ku bi mehan qedexe lê hat Îlankirin Sûra Amedê bû. Sûrê ji çand, bawerî û nasnameyên cuda re di dîrokê de malovanî kiriye.    Di 28’ê Mijdarê de qedexeya aliyekî hat îlankirin   Di 2’ê Kanûna 2015’an de li Sûrê berxwedana herî mezin a sedsala 21’ê pêk hat. Di heman demê de qedexeya derketina derve ya herî dirêj jiya. Li navçeyê di 28’ê Mijdara 2015’an de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat qetilkirin û ji 2’ê Qanûnê şûnde jî qedexeya derketina derve ya bêdem hat îlankirin.   Tabûra herî hilbijarte   Gel tevlî qedexeyan malên xwe terk nekir û şahidiya berxwedanê kirin û bûn parçeyek ji berxwedanê. Bi qedexeyê re pevçûn jî her ku çû zêde bû û ewil polîsên tevgera taybet û cendermeyên tevgera taybet ketin navçeyê. Piştre tank û cerdewan ketin dewrê. Piştre 4 taburên  ji 150 kesî pêk dihatin yên wek ‘Bordo Berelî’ tên nasîn hatin şandin.   Dewletê seferberî îlan kir   Dewlet 103 rojan nikaribû bikeve navçeyê. Di vê pêvajoyê de avahiyên dîrokî yên hezaran salî bi tank û topan hatin texrîbkirin. Li navçeyê seferberî hat îlankirin û bi rojan pevçûn hatin jiyîn.   Kolordû ya 7’emîn tevlî berxwedana Sûrê bûn   Di pêvajoya berxwedana rêveberiyên xweser de li seranserê navçeyê seferberî hat îlankirin û yekîneyên herî hilbijarte yên Hêzên Çekdarî yên Tirk şandin navçeyê. Êrîşên li Sûrê bi navê ‘Operasyona Bayrak-12’ hat meşandin.  Di serê operasyonê de jî Fermandarê Kolorduya 7’emîn Fermandar Îsmaîl  Yilmaz hebû. Piştî Yilmaz, Musa Çîtîl anîn ser operasyonê.    Hejmar 71 dibêje lê…   Dewleta bi mehan operasyon meşand û bi ser neket, pêşî lê girt ku hewcedariyên jiyanî bigihêjin gel û bi vê re hewl da berxwedanê asteng bike. Di vê pêvajoyê de tenê li gorî daneyên fermî 2 yuzbaşi, tegmenek jî tê de 53 leşker, 17 polîs û cerdevanek yanî 71 peywirdarên dewletê jiyana xwe ji dest dane.   Avahiyên dîrokî zirarên mezin dît   Qedexeya di Adara 2016’an beşek hat rakirin. Her çiqas gel dijî tunekirinê berxwedanê nîşan bide jî nirxên dîrokî zirarek mezin dît. Ev du sal in li hinek taxên navçeyê yên weke Cevdetpaşa, Fatîhpaşa, Hasirli, Cemal Yilmaz û Şavaşê ev du sal in qedexe didome.    Sûr parsel parsel hat cemawerîkirin   Li taxên ku kar û barê hilweşînê hat temamkirin û qedexe hat rakirin şûnde, veguhertin qadên rantê û pêşkêşî alîgirên hikûmetê hat kirin. Li Sûrê 6 hezar û 300 parsel hat cemawerîkirin. Her wiha nêzî 40 hezar kes jî hat koçberkirin.   Lê gel tevlî hemû polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê ev du sal in qadên jiyanê diparêzin.