‘Armanca wan ne parastina jinê ye’ 2017-11-27 09:41:25   Evrîm Kepenek   STENBOL - Ji Platforma 'Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin' parêzer Esîn Yeşîlirmakê diyar kir ku  qanûna li dijî Pêşîgirtina Şîdeta Li Ser Jinê û Parastina Malbatê ya hejmar 6284 ya ji bo parastina jinên rastî şîdetê tên wek ‘şîfre’ tê binavkirin, ji aliyê rojnameya Yenî Akîtê ve hedef hatiye girtin û armanca vê ne parastina jinê parastina malbatê ye.   Li Tirkiyeyê di encama polîtîkayên desthilatdariyê de kuştinên jinan roj bi roj zêde dibin. Tevlî vê tabloyê di rojên borî de rojnameya Yenî Akîtê bi manşeta ‘6284’ a ku di Qanûna Li dijî Pêşîgirtina Şîdeta Li Ser jinê  û ParastinaMlabatê de sererastkirinên derbarê jinê de cih digirin, hedef hatin girtin. Bertekên li dijî Yenî Akîtê berdewam dikin. Ji KCDP’ê Parêzer Esîn Yeşîlirmakê da zanîn ku di rewşa ku xalên qanûnê biguherin de  wê jin nikaribin derbarê mêrên ku wan qetil dikin de biryara parastin û dûrxistinê bigirin.    Esînê bi lêv kir ku KCDP gelek dozên kuştinên jinan dişopîne û got daxwaza wan a tevlîbûna doza nayê qebûlkirin û wiha got: “ Li Stenbolê kêm be jî qebûlkirinek heye lê daxwaza me ya tevlîbûna ji bo dozên derveyê Stenbolê nayên qebûlkirin. Heyeta dadgehê daxwazên me red dikin.”   ‘Jina rastî şîdetê tê divê ewil biçe qerekolê’   Esînê di berdewamiyê de bi lêv kir ku jinên rastî şîdetê tên divê biçin qerekolê û ev tişt got: “ Ev qeyd gelek girîng e ji ber di van dozan de tespîtên şîdetê di dozan de dibin belge. Yek ji qanûnên ku kêm be jî jiyana jinan rehet bike Qanûna Li dijî Pêşîgirtina şîdeta Li ser Jinê û Parastina Malbatê ya hejmar 6284 e. Bi saya vê qanûnê jin dikarin derbarê mêrên şîdetê li wan dikin de biryara dûrxistin û parastinê bigirin. Lê rojnameya Yenî Akîtê ji bo qanûnê got ‘ Yekîtiya malbatê xera dike’ û hedef nîşan dan. Rojnameyên nêzî deshilatdariyê qanûnê hedef nîşan dide. Nûçeyên wisa ne jinan malbatê diparêze.”