"Di 25'ê Mijdarê de Jina Kurd Îrade,Maf û Azadiya xwe ji Cîhanê re Îsbat kir" 2017-11-26 17:21:07   Lîlav Elî-Cudî Zênu   EFRÎN- Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî jinên ku tevlî meşa li herêma Efrînê bûn bûn nerînên xwe anîn ziman.   Derbarê 25'ê mijdarê roja têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî jinên duh tevli meşa Herêma Efrînê bûn nerînên xwe anîn ziman. Endama kordnasiyona Yekîtiya jinên Êzîdî Gulê Cafer derbarê roja 25'ê mijdarê de wiha dibêje" Bi saya felsefiya Rêber Abdullha Ocelan îro me azadiya xwe nas kir. Bi hezaran jinên kurd û jinên Bakurê sûriyê zincîra koletiyê şikendadin û ji kuştin û tundiyê re bêdeng neman."   'Azadiya jinê girêdayî Azadiya Rêber Apo ye'   Endama Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê Berfîn Çiya jî bal kişand ser 25'ê Mijdarê û wiha got: " 25'ê mijdarê rojek dîrokî ye û ji bo jinê rojek tarî ye. Lê belê îro jin vê tarîtiyê bi berxwedana xwe vediguherînin ronahiyê û dibêjin êdî bes ji dest hiladarî û koledariya mêr re. Azadiya jinê bi Azadiya Rêber Abdullah Ocelan ve girêdayî ye."   'Jinan mafên xwe nas kir'   Seroka Desteya Ciwanên Werzîşê Gulê Cimu jî diyar kir ku roja 25'ê Mijdarê rojek cîhanî û giring e û got," Ji bo azadî û mafên hemû jinan her roj em ê di berxwedanê de bin."    Her wiha Welatiya bi navê Emîne Dîngilî jî şideta li ser jinê tê meşandin şermezarkir û ev tişt got: " Jin berê her di mal de bûn, bi karê malê re mijûl dibû û bi şîdeta mêrê desthilatdar re rûbirû dima.  Lê belê bi fikirên Rêber Abdullah Ocelan jinan mafên xwe naskir."